Elçî bibîr anîn: Dawiya dawî tarî dê ronî bibe 2017-11-26 18:33:19 STENBOL - Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî, li Beşîktaş a Stenbolê bibîr anî. Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengiz Çîçek, xwest cînayeta Elçi nebe kuştiyê faîlê mechûl. Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan jî got "Yên şer dixwazin kesên wekî Hrant û Tahiran tehamûl nakin. Lê dawiya dawî tarî dê ronî bibe."  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28'ê Mijdara 2015’an de li ber Mînareya Car Ling a Sûrê hat qetilkirin, li Qada Îskele ya Beşiktaşê bibîr anî. Di bernameya bîranînê de Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan, Hevserokê HDP'a Stenbolê Cengiz Çiçek, wekilê HDP'ê yê berê Ufuk Uras, Hunermend Zeynep Tanbay, akademisyen Erol Katircioglu, Gençay Gursoy, Esra Mungan, nivîskar Ayşegul Tozeren, Asli Aydintaşbaş û gelek kesên din amade bûn. Beriya bîranîne polîsan bi maşîneyên zirxî qad dorpêç kirin. Li qadê pankarta "Tahîr Elçî 2 salin li heman cihî ye. vekirin. Ewil Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengiz Çiçek axivî.    ‘EM DÊ LI MÎRATEYA WÎ XWEDÎ DERKEVIN'   Çîçek, diyar kir ku Elçî 2 sal berê li pêş kamerayan hat qetilkirin û wiha got: "Em dê li mîrateya wî ya wekhevî, edalet û demokrasiyê xwedî derkevin. 2 sal di ser kuştina wî re derbas bû. Lê di lêpirsînê de tu pêşketin tune ye. Elçî bi salan li dijî kuştinên kujer nediyar têkoşiya. Bi salan têkoşîna edalet û demokrasiyê pêş xist. Herî dawî li Cizîrê di qedexeya derketina kolanan de ji Mêrdînê meşiya û çû Hezexê ye. Têkoşîna wî ya ji bo aştî, biratî û edaletê nayê ji bîr kirin. Kuştin di heman demê de karneya Tirkiye ya demokrasiyê jî qirêj dikin."    Çiçek, herî dawî destnîşan kir ku heta li vî welatî kujerên nediyar neyên ronîkirin dê demokrasiya Tirkiye her dem di bin talûkeyê de be. Çîçek, bilêv kir ku ew dê li têkoşîn û doza Tahir Elçî xwedî derkevin û wiha got: "Tahîr Elçî nemir. Em hemû Tahîr Elçi ne. "    Piştî daxuyaniyê xwestin pêşengeha ji wêneyên Elçî pêk tê li Îskeleya Beşîktaşê vekin. Lê polîsan destûr neda vê yekê. Ji ber vê yekê pêşengeh li avahiya HDP'ê ya Beşiktaşê vekirin.    ‘DAWIYA DAWÎ EV TARÎ DÊ RONÎ BIBE'   Di vekirina pêşengeha wêneyên Tahîr Elçî de Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan jî axivî û wiha got: "Hûn dizanin qasidê aştiyê mirovên romantîk in. Di serdema şer de jî li dijî vê yekê rol dilîzin. Di serdema herî dijwar de dengê xwe bilind dikin. Niha dixwazin yên dengê xwe bilind bikin tengê wan tune bikin. 10 sal berê Hrant Dink kuştin. Ji ber qasidê aştiyê yê Ermeniya bû kuştin. Wekî hûn dizanin li vî welatî dest kevokan nayê dayîn. Lê hêzên tarî ew jî ji destê me derxistin. Kesên şer dixwazin mirovên wekî Hrant û Tahir di nava xwe de naxwazin. Lê dawiya dawî dê ev tarî ronî bibe."    Piştî daxuyaniyê nivîskar û rojnameger Umit Kivanç ji bo Tahir Elçî kurte fîlma ji bo Elçî amade kiribû da pêşandan. Di bernameya pêşengehê de peyamên siyasetmedar, hunermend û akademîsyenan hatin xwendin.