Dayikên Aştiyê tevlî çalakiya li Mêrdînê bûn 2019-08-30 14:10:50 MÊRDÎN - Dayikên Aştiyê, li Mêrdînê tevlî çalakiya rûniştinê ya ku 12 roj in didome bûn û diyar kirin ku wê qet qeyûm qebûl nekin û li deng û vîna xwe xwedî derkevin.  Çalakî û bertekên li dijî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê di roja 12'an de didome. Parlamanter û dayikên aştiyê yên ku ji Êlih û Sêrtê hatibûn, li Parqa Karayollari ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê hatin gel hev. Polisan destûr neda ku girseya li hev kombûyî li devera ku her roj lê çalakiyê rûniştinê dihat lidarxistin, rûnin û peyarêyan bi mertalan girtin. Li ser vê yekê girseyê li cihê ku lê bûn, dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Piştî vê yekê polis neçar man paşde gav avêtin.     STRANAN GOTIN   Kedkarên cemaweriyê û Dayikên Aştiyê ku paşê xwestin tevlî çalakiyê bibin, ji aliyê polisan ve hatin astengkirin. Li ser vê yekê ev kom jî li cihê ku lê bû çalakiya rûniştinê da dest pê kir. Ji ber ku çalakî berbelav bû polis neçar man xwe ji paş ve kişandin. Piştî vê yekê her dû kom gihîştin hev û çalakiya xwe li cihê ku her roj çalakî lê dihat lidarxistin, domandin. Komê tev bi hev re tilîlî lêlandin û stranan gotin.    'HEVSEROKATÎ RENGÊ ME YÊ MOR E'   Piştî çalakiya rûniştinê ku bi qasî saetekî berdewam kir, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nûran Îmîr axaftinek kir. Îmîr diyar kir ku vîna gel nikare bi derewan bê xespkirin û wiha got: "Vîna gel û hevserokatî xeta me sor û rengê me yê mor e. Tu kes nikare vîna bi derewan xesp bike. Têkoşîna me bi paşde bixîne. Em çawa ku duh ji bo welatek demokratîk têkoşiyan dê îro jî têbikoşin. Heta ku ji vê gav şaş paşde gav neyê avêtin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Divê rojek zûtir hevserokên me vegerên ser karên xwe."    'PÊŞIYA AŞTIYÊ VEKIN'   Piştî Îmîr, li ser navê Dayikên Aştiyê ku ji Êlih û Sêrtê hatibûn Sûltan Ozsoy axaftinek kir. Ozsoy diyar kir ku ew êdî naxwazin mirov bên kuştin û ev tişt anî ziman: "Bila êdî aştî bê vî welatî. Mirin ne çare ye. Em dayik in, dayikên gerîlla, leşker û polisan e. Em aştî û biratiyê dixwazin. Em li dijî şer in. Bila êdî mirov nemirin. Pêşiya aştiyê vekin. Em ê bi serkevin." Dauyika Aştiyê Halîme Kaya jî destnîşan kir ku ew qeyûm qebûl nakin û wiha got: "Çima ji bo 4 mehan tenê hilbijartin çêkirin. Bila dizî û xelat dayîna xwe bidomandina. Jixwe li şaredariyê rûdiniştin, çima hilbijartin çêkirin? Henekê xwe bi me dikin an bi xwe dikin? Em qeyûm qebûl nakin û xwedî li deng û vîna xwe derdikevin."   Piştî daxuyaniyan kom ber bi avahiya HDP'ê ya bajar meş li dar xist.