Li Îzmîr û Mûgla 15 kes hatin binçavkirin 2019-08-30 13:23:27   ÎZMÎR - Li Îzmîr û Mûgla, polîsan di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin û 15 kes binçav kirin.     Li navçeyên Menemen, Seferîhîsar, Odemîş ên Îzmîrê û navçeya Marmarîs a Mûglayê, polîsan di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de 15 kes hatin binçavkirin. Polîsan di serdegirtinên malan de dest danîn ser gelek pirtûk û materyalên dîjîtal. Kesên bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” û “Ji bo rêxistinê li ser piyan bigirin û carek din dest bi çelakiyên kolanan bikin, amadekarî kirin” hatin biçavkirin, li Midûriyeta Polîsan ên Bajêr û Navçeyan tên girtin.