Ji bo mîtînga 1'ê Îlonê ya Stenbolê bang kirin: 2019-08-30 13:04:18 STENBOL –  Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Stenbolê wê 1'ê Îlonê roja bazarê li Qada Kartalê Mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li dar bixin.    Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Stenbolê li Şaxa 6'emîn a Egîtîm Senê ya Stenbolê ji bo banga Mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ku li qada Kartalê li dar bixin civîna çapemeniyê li dar xist.  Di civînê de nûnerên KESK, DÎSK, TTB, Odeya Tabîban a Stenbolê û gelek rêxistinên civakî amade bûn. Li ser navê sazi û sendîkayan, Seroka Odeya Tabîban a Stenbolê (ÎTO) Pinar Saîp, daxuyanî da û wiha got: "Em 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bi bûyerên neyînî pêşwazî dikin. Karker, Kedkar û yên aştî û demokrarisyê dixwazin, li dijî şer aştiyê diparêzin. Şer tê wateya êş, kuştin, xerakirin, talankirin û xizaniyê. Şer cînayet û tundî ye. Kedxwari û mêtîngerî ye. Bê edaletî ye."    Saîp, anî ziman ku her şer geş dibe êdî daxwazên gel nayê bihîstin û wiha axivî: “Şer nahêlê daxwazên gel bê bihîstin. Her ku şer zêde dibe, zêde mirov tên kuştin, xwîn tê rijandin û hêzir dibarin. Her ku şer didome qaseyên pereyan ên çend patronan tije dibe. Li aliyê din keda karker û kedkaran tê xwarin û bêtir xizan dibin. Li cihanê ji ber şer bi milyonan mirov bi nexweşiyan mirin. Li Tirkiye jî îktîdara heyî ji neçareseriya pirsgirêka Kurd sûdê digire. Li ser vê yekê her roj wekhevî, azadî û demokrasiyê tune dike. Cînayetên kar, kuştina jinan, talankirina xwezayê her roj didome. Di 19'ê Tebaxê de bêyî biryara dadgehê û pîvanên hiqûqê qeyûm tayînî Wan, Mêrdîn û Amedê kirin. Hevşaredar ji peywirê girtin. Em ê di 1'ê Îlonê de bi şîara "Li dijî qeyûman bi vîna gel derkevin qadan" li Qada Kartalê dengê xwe bilind bikin. Divê hemû kesên li dijî tayînkirina qeyûm a Mêrdîn Wan û Amedê bin li qada Kartalê dengê xwe bilind bikin."