Walîtiya Wanê di mitînga aştiyê de aştî qedexe kir 2019-08-30 11:15:30 WAN - Walîtiya Wanê destûr da mitînga 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê, lê pankartên "Ji tecrîdê re na, ji aştiyê re erê" û "Hevserokatî xeta me ya xemrî ye" ku dê di mitîngê de bê vekirin, qedexe kirin.  Li Wanê destûr ji mitînga 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê re hat dayîn. Walîtiya Wanê, serlêdana komîteya amedekar a mitînga ku dê li Parqa Mûsa Anter bê lidarxistin, qebûl kir. Walîtiyê li gel ku destûr da mitîngê jî ev pankartên "Ji xespkirina vînê re na" , "Ji tecrîdê re na, ji aştiyê re erê" , "Hevserokatî xeta me ya xemrî ye" , "Em li dijî kedxwarî, şer û qesrê li qadan in" ku dê di mitîngê bihatina bikaranîn, qedexe kir.