Pêşmerge 35 rojin malbatek ‘dîl' girtine 2019-08-30 10:05:36 COLEMÊRG - Pêşmergeyan li Hewlerê bi ser mala Muhsîn Duzenci de girtin û ji ber Mûhsin ne li malê bû hevjîn û 4 zarokên wî binçavkirin. Malbata Duzencî 35 rojin di bin çavan de ye. Malbata Duzencî 13 sal berê ji Navçeya Geverê ya Colemêrgê derbasî bajarê Hewlerê bûn û li Hewlerê bi cih bûn. Muhsin Duzencî li vir mafê "Welatîbûnê" stend û bû welatiyê Hewlerê. Navê xwe kir Muhsin Mustafa Aziz. Li ser mafê cot welatîbûnê bang li malbata xwe kir û li Hewlerê bi cih bûn. Pêşmergeyên Hewlerê di 25'ê Tîrmehê de bi ser malbata Muhsin Duzencî de girtin û xwestin Muhsîn Duzencî binçav bikin. Lê ji ber ku Muhsîn Duzencî ne li mal bû hevjîn û 4 zarokên wî dîl girtin. Pêşmergeyan ji malbata Duzencî  Hemî Duzenci (Xemê Nadirî) û zarokên wê Nurcan (Mihriban Muhsin Duzencî) ya 20 salî, Nurullah (Nurullah Muhsin Mustafa) ya 19 salî, Zeynep (Zeynep Muhsin Mustafa) ya 17 salî, Muhammet (Muhammet Muhsin Mustafa) ya 4 salî 35 rojin li Fermandariya Asayişê ya Bedava ya Hewlerê di bin çavan de dîl hatine girtin.    Pismamê Muhsîn Duzencî Bayram Duzencî diyar kir ku  pismamê wî 13 sal berê çû li Hewlerê bi cih bû û piştre malbata xwe jî bi xwe re bir. Bayram Duzencî anî ziman ku Pêşmergeyan ji ber Muhsîn ne li mal e hevjîn û 4 zarokên wî 35 rojin dîl girtine. Bayram Duzencî bang li rayedaran kir û xwest demek berî demekê malbatê serbest berdin.