Midûrê qeyûm gelek îhale dane şîrketa xwe 2019-08-30 09:26:02 MÊRDÎN - Derket holê ku di navbera 2018-2019'an di dema rêveberiya qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de, bi 6 milyon lîreyî 10 îhale dane fîrmaya Midûrê Şaxa Projeyan Mûstafa Alp û birayên wî.  Di dema rêveberiya qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya berê de, derket holê ku qeyûm Yaman bi 6 milyon û 107 hezar û 507 lîreyî 10 îhale dane fîrmaya EMAY'yê.    Ev fîrmaya navbor, ya Midûrê Şaxa Projeyan Mûstafa Alp û birayê wî Yilmaz Alp ku di Daîreya Karên Fenê de karmen e û xwişka wî Elîf Alp e. Tê gotin ji xwe navê fîrmayê "EMAY" jî tîpên navên her çar xwişk û bira ye ne; Elîf, Mûstafa, Ahmet û Yilmaz.    ÎHALEYA EWIL    Li gorî Rojnamya Tîcaret Sîcîliyê, fîrma di 8'ê Çileya 2018'an d ehatiye tescîlkirin û bi 400 hezar lîre sermayeyê hatiye avakirin. Fîrma, îhaleya ewil a Şaredariya Bajarê Mezin a Amêrdînê, piştî qeyda xwe ya li Rojnameya Tîcaret Sîcîliyê bi 11 rojan şûnde girtiye. Fîrma, karê xwe yê ewil ji bo peydakirina boriyên pola yên D300'yî, bi 67 hezar û 732 lîreyî bi şaredariyê re peyman îmze kiriye.    ÎHALEYA BI MILYON Û 166 HEZAR Û 548 LÎREYΠ   Piştî fîrma hatiye avakirin 39 roj şûnde, yanî di 16'ê Sibata 2018'an de, şaredariyê îhaleya duyemîn daye fîrmayê. Îhaleya dudoyan jî bi milyon û 166 hezar û 548 lîreyî bûye. i 1'    Di 1'ê Adara 2018'an de jî îhaleyeke bi 44 hezar û 624 lîreyî, di 20'ê Nîsana 2018'an de jî îhaleyeke bi 77 hezar û 54 lîreyî, di 1'ê Mijdara 2018'an de îhaleyeke bi 77 hezar û 880 lîreyî, di 20'ê Tîrmeha 2018'an de îhaleyeke bi 76 hezar û 464 lîreyî, di 26'Ê Tîrmehê de îhaleyeke bi 35 lîre û 990 hezar lîreyî, di 11'ê Îlonê de îhaleyeke bi milyon û 227 hezar lîreyî, di 10'ê Çileya 2019'an de îhaleyeke bi 831 hezar û 200 lîreyî hatiye dayîn û piştî vê şaredariyê bi 2 milyon û 503 hezar û 15 lîreyî karek din daye heman fîrmayê.    MA / Ahmet Kanbal