Bêyî desteya parastinê pesend bike 'Baxçeyê Gel' hat çêkirin 2019-08-30 09:25:15 AMED - "Baxçeyê Gel" ê li Sûrê hat çêkirin, bêyî Midûriyeta Desteya Herêmê ya Parastna Heyînên Çandî ya Amedê pesend bike, çêkirina wê hat qedandin.  Li navçeya Sûrê ya Amedê ji bo çêkirina "Baxçeyê Gel" serî li Midûriyeta Desteya Herêmê ya Parastina Heyînên Çandî ya Amedê hatibû dayîn. Lê belê bêyî midûriyeta pesend bike çêkirina wê hat qedandin.    "Baxçeyê Gel" ji Taxa Fîskayayê heta Deriyê Mêrdînê li ser 150 donim erdî hatiye çêkirin. Piştî dest bi çêkirina wê hat kirin 5 meh şûnde hat temamkirin. Ji bo çêkirina wê 3 meh wext hatibû qewlkirin lê belê di 5 mehan de hat çêkirin û ji bo wê nêzî 24 milyon Tl hatiye xerckirin. Lê belê hat hînbûn ku bêyî Midûriyeta Desteya Herêmê ya Parastina Heyînên Çandî ya Amedê pesend bike, baxçe hatiye çêkirin.