Nobeta şêniyên Taxa Hacibektaşli ya li dijî JES'an didome 2019-08-30 09:18:09 MANÎSA – Şêniyên Taxa Hacibektaşli ya navçeya Salihliyê, diyar kirin ku ew ê li dijî JES'a ku SANKO Enerjî dixwaze çêbike çalakiyên xwe yên bobetê bidomînin û gotin, navçe veguheriya çopgeha JES'an.  Li Taxa Hacibektaşli ya navçeya Slaihlî ya Manîsayê, SANKO Enerjî bêyî rapora ÇED'ê ya JES'ê bê amadekirin dest bi kolandina çahlan kiribû. Lê belê şêniyên taxê li dijî çêkirina JES'ê di 2'yê Çileyê de kon vedabûn û dest bi nobetê kiribûn. Piştî kon hatin vedan cendirmeyan kon rakirin. Li ser vê şêniyên taê di 19'ê Tebaê de li ser rêya înşeatê konteyner danîn û kon vedan û bi şev û biroj nobet girtin. Di 26'ê Tebaxê de cendirmeyan bi xaza îsotan, ava şid û jopan êrîşî şêniyên taxê kir. Di mudaxileyê de nêzî 40 kes hatin binçavkirin. Şêniyên taxê bilêv kirin ku bêyî ku pêvajoya ÇED'ê bi dawî bibe şîrket bi awayekî bêhiqûqî dest bi çêkirina santralên JES'ê kiriye û gotin, navçe veguheriya çopgeha JES'an.    ‘LI CIHÊ KU JES LÊ TÊN ÇÊKIRIN 3 DIBISTAN HENE'    Şêniyê taxê Muhammed Guneş ku dema nobet digirt hat binçavkirin, got cendirmeyan ji wan re gotiye "careke din neyên cihê nobetê, hûn ji bo çi tên." Guneş, bilêv kir ku ew ê nehêlin santral bê çêkirin û ji 2'yê Çileyê ve li dijî JES'an têdikoşin. Guneş, da zanîn ku li cihê ku JES lê tê çêkirin çend metre şûnde 3 dibistan hene û got: "Wê jiyana zarokan têkeve talûkeyê. Em ê bi hev re bitêkoşin û li ber xwe bidin. Li vira malên me, bax û baxçeyên me hene. beriya her tiştî zarokên me yên biçûk hene. JES, dibin sedema gelek enxweşiyan. Em dixwazin ev çopgeha JES'ê ji holê bê rakirin."    ‘QIRKIRINA XWEZAYÊ'    Parêzer Seçîl Ege Degerlî jî, diyar kir ku di 26'ê Tebaxê de bi awayekî bêhiqûqî tevî 40 kesî hatiye binçavkirin û hîn jî şîrketa SANKO'yê bêhiqûqîtî û nelirêtiyan dike. Degerlî, got: "Şîrketa SANKO'yê tevî şaredariay Salihliyê li devereke ku du plansaziya avadaniyê de wekî dibistan dixuyê dest bi sereretakirina rê dike. 2 roj berê danê êvarî me bihîst ki bi kepçe û qamyonan darên li wir jê kirine. Şîrket, bêyî destûr li devereke cemaweriyê daran jê dike û xwezayê qir dike. Li ser vê di 25'ê Tebaxê de min daxwaznameyek ji Dadgeha Îdarî ay Manîsayê re nivîsand. Em li bendî encama daxwaznameyê ne. Em ê li gorî biryara dadgehê tev bigerin."    ‘JI BO EM NEMIRIN EM LI BER XWE DIDIN'    Ahmet Agdede jî, bilêv kir ku JES zirarê didin çandiniyê û got: "JES, li dijî xwezaya mirova ne. Emd ixwazine rdên li vira ji zarokên xwe re bihêlin. Ji ber JES'an em ê pençeşêrî bibin. Ji bo em nemirin em nobetê digirin. Em dixwazin saziyên civaka sivîl destekê bidin me."    MA / Rûken Demîr