'Hûn çima li ser qoltixê me rûniştine?’ 2019-08-30 09:15:08 AMED – Dayikên Aştiyê yên bi rojane li dijî qeyûman li kolanan di çalakiyê de ne ji qeyûman re gotin: “Hûn çima li ser wî qoltixê we qezenc nekiriye rûdinên?”  Çalakiyên HDP’ê yên li dijî tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê didomin. Li Amedê yên di refên çalakiyê de cih digirin endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ne. Dayikên Aştiyê diyar dikin ku ew xwedî li vîna xwe derdikevin û heta vîna wan ango hevşaredarên wan venegerin ser wezîfeya xwe dê têbikoşin.    ‘KÊ DERA VÊ EDALET E?’   Dayika Aştiyê Şîrîbet Varol a bi rojane di çalakiya li dijî qeyûm de cihê xwe digire da zanîn ku ji bo ew xwedî li dengên xwe derkevin li qadan in û got: “Li ser deng û şaredariya me rûniştinê. Qeyûm dizekên vîna me ne. Halbukî em bi ser ketin û ew jî bi dilek rehet li ser vîna me rûniştine. Kê dera vê edalet e? Hûn bi ser neketine lê hûn çawa hatine ser vîna me rûdinên? Hûn bi çi rûyî hatine ser wan qoltixên ku we qezenc nekiriye rûdinên.”    ‘HEKE ME QEYÛM BIXWESTA ME YÊ DENGÊ XWE BIDA WÎ’    Dayika Aştiyê Raziye Işiktaş jî got: “Heke me qeyûm bixwesta me yê dengê xwe bida wî. Em qeyûm naxwazin. Me dengê xwe da vîna xwe. Qeyûm zilmê li me dike. Çima zarokên me dixin rewşek mexdûriyetê. Ez dipirsim çima hûn hatin ser şaredariyên me?    ‘HETA QEYÛM NEÇE EM Ê JI VIR NEÇIN’    Esma Seydaoglu jî anî ziman ku ew li bajarên xwe qeyûman naxwazin û got: “Em ji bo rûmet û şerefa xwe hatine vir. Ev welatê me ye û navê wê Kurdistan e. Ev welatê me ku em lê mezin bûne. Çi mafê qeyûm heye tê şaredariya me desteser dike. Heta qeyûm li wir be, em ê jî li qadan bin. Heke qeyûm biçe em ê jî biçin malên xwe. Armanca qeyûm ew e me mexdûr, feqîr, dîl û muhtac bike. Lê em ê nehelên ev pêk were. Em mafê xwe ku şaredarî ya me dixwazin. Îro em ji bo şerefa xwe li vir in. Ez bang li her kesî dikim ku piştevaniyê bide vê têkoşînê. Doza me doza namûsa kurdan e. Divê îro her kes li vir be. Heke em hemû bibin em ê şaredariya xwe ji wan bistînin.”    ‘KEDA ME TUNE TÊ HESIBANDIN’    Fazîlet Yildan jî destnîşan kir ku wê dengê xwe nedaye Waliyê Amedê û wiha got: “Me jî digot çi xweş bûye wê her tişt bikeve rê. Em bi hêsanî diçûn şaredariyên xwe û derdiketin. Lê niha ber şaredariyê kirine qada şer. Avahiya şaredariyê kirine mîna hepîxanê. Heke wisa dikin bila wê demê hilbijartinê pêk neynin. Jixwe xwe bixwe dibêje û ewbixwe dileyîze. Ked û hewldanên me tune dihesibînin. Bi zilmê li ser qoltixê vîna gel rûniştine. Naxwazin gel nefesa rehet bide û bistîne. Berê tiştên wisa tune bin. Kî bi ser diket wî birêve dibir. Hêj salek nebûye bi zordestiyê hevşaredarên me ji wezîfeyê girtin.”    ‘EZ DENGÊ XWE PAŞ VE DIXWAZIM’    Hatîce Oner jî bal kişand ser dengên kurdan ên di hilbijartinê de xwe dan nîşandan û got: “Bila nebêjin em ê ji bir biçin. Heta ew îradeya dengê min paş ve nedin ez ê ji vir neçim. Min dengê xwe daye HDP’ê. Ez walî nas nakim. Ez dengê xwe paş ve dixwazim.”    ‘DIVÊ HER KES LI VIR BE’    Guler Sevîktek jî bang li kesên dengê xwe dane HDP’ê kir û wiha got: “Min dest ji kar û barê xwe berdaye û ez hatime vir. Her kesê nirx dide dengê xwe divê îro li vê qadê be. Şaredariya me namûsa me ye. Gelek li zora me diçe. Me dengê xwe nedane Erdogan, ku qeyûm tayînî şaredariyên me dike. Walî hatiye û diçe li şaredariyê rûdinê. Me dengê xwe daye xwe. Heta qeyûm ji şaredariyê derkeve em ê jî li vir bin.”    MA / Arjîn Dîlek Oncel - Adem Baran