Li Wanê berteka li dijî qeyûm didome: Wê ev gel vê zilmê qebûl neke 2019-08-29 17:14:37   WAN – Li Wanê şermezarkirina qeyûm di roja 11’emîn de dewam kir. Parlamenterê HDP’ê Habîp Eksîk axivî û got: “Gel wê tu carî vê zilmê qebûl nek. Heta dawiyê em ê li ber xwe bidin.”    Li Wanê çalakiya HDP’ê ya li dijî tayînkirina qeyûman di roja 11’emîn de li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Rêya Armûşê dewam kir. Parlamenter, hevşaredar û rêveberên HDP’ê û welatî beşdar bûn. Polîsan beşdariya welatiyan a çalakiyê asteng kir. Lê tevî astengiyê jî welatî beşdar bûn. Li ser navê Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Habîp Eksîk axivî.    ‘GEL ZILMÊ QEBÛL NAKE’    Eksîk bi bîr xist ku li dijî tayînkirina qeyûman li her sê bajarên mezin çalakiyên wan bênavber didomin. Eksîk got li her sê bajaran jî berxwedanek li dijî qeyûman heye û li kolanan bi gelê xwe re li dijî neheqiyê li ber xwe didin. Eksîk got heta ew bi ser bikevin dê têkoşîna xwe dewam bikin. Eksîk anî ziman ku foya (şewqa zêde) ya qeyûman derketiye holê û ew ê li dijî vê zordestiyê derkevin. Eksîk got îro nebe jî dê sibê yên zilmê li wan dikin hesabê zilmê bidin. Eksîk da zanîn ku ew ê li dijî hemû astengî, zilm, neheqî û qedexeyan heta dawiyê li ber xwe bidin û îro dora wan be sibê dora bajarên din ên Tirkiyeyê ye. Eksîk diyar kir ku êdî gel vê zilmê qebûl nake û divê her kes viya baş dizanibe û pêwîste êdî aştî pêk were.    Xwepêşandan bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.