Mexmûr 43 rojin di bin dorpêçê de ye 2019-08-29 16:41:51   MEXMÛR - Hevşaredara Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Leyla Îlhan Arzû, diyar kir ku kampa bajarokê 43 rojin di bin dorpêçê de ye û got: "Ev ne mirovî ye. Yên qedexe dikin li dijî pîvanên neteweya Kurd in."   Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 43 rojin di bin dorpêçê de ye. Hevşaredara Wargehê Leyla Îlhan Arzû têkildarî dorpêça ku 43 rojin didome ji Ajansa Rojnews re axivî. Leyla Îlhan Arzû bibîr xist ku dorpêç ji aliyê rêveberiya Hikumeta Herêma Kurdistanê ve tê meşandin û wiha got: “Ji ber dorpêçê di hem warê hatinûçûnê de hem jî di warê pêşwazîkiran pêdiviyên jiyanî de astengî hene. Bêguman bandora vê dorpêçê ku 43 rojin didome li ser jiyana gelê wargehê heye. Destur nadin ku nexweş biçin Hewlêr. Heta niha ji ber vê yekê du dayîkan pitikên xwe winda kirine û gelek nexweşên din nikarin biçin nexweşxaneyên derveyî wargehê.”     Leyla Îlna Arzu da zanîn ku wan ji bo çareserkirina pirsgirêkê bi riya Saziya Pêwendiyên Derve ya Wargehê bi sazî û cihên eleqedar re pêwendî çêkirine, lê heta niha tu encam nehatine girtin. Arzu destnîşan kir ku ew bi rewşeke dijî mirovahiyê re rû bi rû ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li hemberî van pêkanînan, tevî hemû hewldanên me jî, bêdengiyek mezin heye. Ev dorpêç û pêkanîn dijî pîvanên netewî yên kurd in." Arzu Îlhan bal kişand ku destura nayê dayîn ku ava vexwarinê jî kontrol bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mmin xwest wekî şaredar biçim birîn avê yên tên wargehê ku 10 kîlometre ji wargehê durin kontrol bikim, lê belê asayîşa PDK’ê destur neda ez derbaz bibim. Ev jî nêzîkatiyên wan ên li hemberî civaka me nîşan didin."    Arzu, anî ziman ku wê tekoşîna wan li hemberî dorpêçê berdewam bike û wiha bi dawî kir: “Ger ku wiha berdewam bike, dibe rewşên cûdatir jî derkevin holê, nexweşiyên cûda cûda derkevin holê. Ji ber vê yekê li hemberî vê rewşê wê bi riya saziya karên derve peywendî û hewldanên me berdewam bikin.”