Taxeke Farqînê hat dorpêçkirin 2017-11-26 16:00:48   AMED – Polîsan taxa Bahçelîevlerê ya Farqînê dorpêç kir û destûrê nadin kes bikeve taxê û jê derkeve.   Di saetên nîvro de taxa Bahçelîevlerê ya navçeya Farqîna Amedê hat dorpêçkirin. Hat diyarkirin ku gelek maşîneyên zirxî û polîsên tavgera taybet sewqî herêmê hatine kirin, ketin û derketina taxê hatiye qedexekirin. Li gorî agahiyan hin welatiyên ku xwestine ji taxê derkevin, nasnameyên wan hatine desteserkirin.   Sedema dorpêça li taxê nehat zanîn.