Li Sêrtê li dijî qeyûman daxuyaniya hevpar 2019-08-29 15:35:10   SÊRT - Li Sêrtê partiyên siyasî û rêxistinên civakî bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û diyar kirin ku hewldana xespkirina tişta ku bi rêya hilbijartinê winda kirine, nîşaneya ehlaqê pergalê ye.   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Sêrtê, têkildarî tayînkirina qeyûman li avahiya xwe daxuyaniyek da. Rêxistinên HDP û CHP'ê yên Sêrtê û Platforma Şaxên KESK'ê yên Sêrtê, Sendîkaya Genel-Îş'ê, Odeya Tabîban a Sêrtê, Sendîkaya Belediye-Îş'ê, Lîjneya Koordînasyona Bajar a TMMOB'ê îmzeya avêtin daxuyaniya ÎHD'ê û bi awayekî hevpar tayînkirina qeyûman şermezar kirin. Rêveberê ÎHD'ê Mehmet Satici daxuyaniyê xwend û xwest ku di tayînkirina qeyûman de paşde gavê bê avêt û hilbijartî careke din vegerên ser karê xwe. Satici da zanîn ku bi tayînkirina qeyûman tê xwestin ku pergaleke ku encamên hilbijartinê qebûl nake bê avakirin û wiha got: "Hewldana xespkirina tişta ku bi rêya hilbijartinê winda kirine, nîşaneya ehlaqê pergalê ye. Tayînkirina qeyûman xesarek mezin dide demokrasî û rêveberiyên herêmî."