Di çalakiya rûniştinê de banga ‘yekîtiya neteweyî’ hat kirin 2019-08-29 14:39:40   AMED – Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê çalakiya rûniştinê ya li dijî qeyûman ziyaret kir. Berdevkê Ciwanan Jiyan Tîmûrtaş got pêwîste gelê kurd di bin sîwana yekîtiya neteweyî de kom bibin.    Çalakiya rûniştinê ya HDP’ê ya li dijî tayînkirina qeyûman a li Amedê di roja 11’emîn de dewam kir. Çalakî li Kolana Lîseyê li hemberî avahiya şaredariyê pêk tê. Parlamenterên HDP’ê, hevşaredarên HDP’yî û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn. Platoforma Şêwirmendên Darayî meşiyan û beşdarî çalakiyê bûn. Endamên Platformê dovîzên “Qeyûm darbe ye”, “Ez dengê xwe paş ve dixwazim” hildan û pankarta “Dest nede vîna min” vekirin. Endamên Platformê ji aliyê çalakvanan ve bi çepikan hatin pêşwazîkirin.    ‘EM QEYÛMÊN WAN NAS NAKIN’    Beriya daxuyanî were dayîn welatiyan bi dirûşm, stran û lîlandinê berteka xwe nîşanî qeyûm dan.    Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz beriya daxuyaniyê da zanîn ku ew ê di çarçoveyek demokratîk de berteka xwe bînin ziman û got: “Em ê her roj li qadan bin. Em qeyûmên wan nas nakin.”    ‘QEYÛM TAYÎNÎ HER DEVERÊ HATIYE KIRIN’    Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik jî axivî û got: “Li gelê me neheqî hat kirin. Ev neheqî li ber çavê her kesî hat kirin. Qeyûm tenê tayîn ser 3 şaredarên me nehatine kirin. Tayînî ser hemû bajarên Tirkiyeyê hatine kirin. Bajarên din bila nebêjin ‘em azad in.’ Qeyûm tayînî her deverê hatiye kirin.”    ‘PÊDIVIYA WELAT BI NÊVENGA DEMOKRATÎK HEYE’    Endama Platforma Şêwirmendên Darayî Amîne Demîr jî destnîşan kir ku ew dixwazin kesên di sindoqan de hatine bijartin bajarê wan birêve bibin û got: “Pêdiviya welatekî herî zêde bi nêvenga demokratîk heye. Em çûn ser sindoqan û me xwest yên tên hilbijartin me birêve bibin. Em ji qeyûmê nîvê şevê ji nişkeve hat re dibêjin na.”   BANGA YEKÎTIYA NETEWEYΠ   Berdevkê Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê Jiyan Tîmûrtaş jî diyar kir ku qeyûmên hatin tayînkirin karmendên mêtingeriyê ne û ew van karmendan qebûl nakin. Tîmûrtaş anî ziman ku pêwîste kurd li dijî feraseta qeyûman û dagirkeriyê bisekine û pêwîste gelê kurd di bin sîwana yekîtiya neteweyî de kom bibin.    Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê ya 10 deqîqeyan pêk hat û dû re girse bi lêdana çepikan belav bû.