Mexdûrên KHK’ê li Enqerê kom dibin 2019-08-29 14:33:46   ENQERE - Mexdûrên bi KHK’ê ji kar hatin avêtin, bi dirûşmeya “Hevdîtina Mezin a KHK’ê” wê di 5 û 6’ê Cotmehê de li Enqerê kom bibin. Di hevdîtinê de, wê têkoşîna li dijî KHK’ê bê nîqaşkirin.    Mexdûrên bi Biryara Hikmê Qanûnê (KHK) di çarçoveya OHAL’ê de ji kar hatin avêtin, wê li Enqerê kom bibin. Platforma KHK’iyan, bi dirûşmeya “Hevdîtina Mezin a KHK” wê di 5 û 6’ê Cotmehê de li Qada Yilmaz Guney kom bibin. Di hevdîtinê de, wê kermes, pêşangeh bên lidarxistin û têkoşîna li dijî KHK’ê bê nîqaşkirin.    Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaelî Omer Farûk Gergerlîoglû derbarê hevdîtinê de axivî û wiha got: “Piştî OHAL’ê KHK hat îlankirin. Ji ber KHK’ê bi hezaran mirov hatin îxraç kirin. Mexdûrên KHK’ê tenê ji karên xwe nehatin avêtin, di heman demê de gelek mafên wan ji destên wan hatin girtin. Ji hemû mafên xwe yên welatîbûnê hatin mehrûm kirin. Bi mexdûrên KHK’ê mirinek sivîl dan jiyîn. Bi înkar û îmhayê re rû bi rû man. Di warê darûnî de hatin vederkirin. Ji ber vê gelek tişt hene bên gotin. Wê di 5 û 6’ê Cotmehê de, hevdîtina Tirkiyeya mezin bê lidarxistin. Em hemû raya giştî vedixwînin vê hevdîtinê.”