Li Amedê destûr ji mitînga 1'ê Îlonê re derket 2019-08-29 14:01:50   AMED -  Li Amedê, serlêdana ku ji bo mitînga 1'ê Îlonê "Ji bo aştiya bi rûmet çareseriya demokratîk" hat kirin, qebûl bû.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên civakî, li gel xebatên xwe yên mitînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, ji bo lidarxistin mitîngê serî li Walîtiya Amedê dan. Walîtiyê bersiv da serlêdana HDP'ê û destûr da lidarxistina mitîngê. Mitînga ku bi şîara "Ji bo aştiya bi rûmet çareseriya demokratîk" li Qada Stasyonê ya Amedê bê lidarxistin, dê saet 15.00'an de dest pê bike. Mitînga ku tê payîn bi beşdariyeke zêde bê lidarxistin, dê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyîgît, Cîgirê Serokê Giştî yê ESP'ê Beycan Taşkiran û Dayika Aştiyê Naîfe Yîgît beşdarî mitîngê bibin.