Li Îzmîr û Dersimê banga 1’ê Îlonê hat kirin 2019-08-29 13:53:40   ÎZMÎR / DERSIM – Li Îzmîr û Dersimê ji bo beşdariya mitîng û meşa 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bang hat kirin.    Li gelek bajaran amadekariyên mitîngên 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê tên kirin. Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Îzmîrê jî bernameya mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bi civînek çapameniyê eşkere kir. Civîn li avahiya Nûnertiya DÎSK’ê ya Herêma Egeyê pêk hat. Li ser navê saziyan Memîş Sari daxuyanî da û got ew ê 1’ê Îlonê roja yekşemê saet di 18.00’an de li Qada Gundogduyê mitîngê pêk bînin.    ‘ÇEKDARKIRIN ZÊDE DIBE’    Sari anî ziman ku dixwazin bi çekên teknolojiya bilind xofê li ser gelan belav bikin û her ku diçe çekdarkirin belav dibe û hêzên emperyal polîtîkayên şer birêve dibin. Sari da zanîn ku gelên Tirkiyeyê tî û birçiyê aştiyê û demorkasiyê ne. Sari bang li hemû gelên Îzmîrê kir ku beşdarî mitînga aştî û demokrasiyê bibin.    DERSIM    Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Dersimê jî têkildarî 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan civîn çapemeniyê li dar xist û nûnerên rêxistinên civakî û partiyên siyasî beşdar bûn. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Dersimê Gurbuz Solmaz daxuyanî xwend û got ew ê li gel şerê li Tirkiyeyê diqewime jî di 1’ê Îlonê de li qadan bin û aştî ne daxwaz e êdî tiştek mecbûrî ye. Solmaz bang li aştîxwaz û kesên alîgirên biratiyêne kir û xwest di 1’ê Îlonê de li qadan bin.    Solmaz ragihand ku ew ê roja 1’ê Îlonê saet di 17.00’an de ji Kolana Hunerê heta Qada Seyîd Riza meş li dar bixin û daxuyanê bidin.