Çalakiya li dijî qeyûm di roja 11’emîn de bi çepik û tilîliyan dest pê kir 2019-08-29 12:51:56 AMED - Çalakiya rûnitinê ya li dijî tayînkirina qeyûman li Amedê hat destpêkirin, di roja 11’emîn de bi lêxistina çepik û tilîliyan dewam kir.  Bertekên li dijî tayînkirina qeyûmên Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dewam dikin. Weke her roj parlementerên HDP’ê, hevşaredar û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn. Çalakiya rûniştînê ya li Kolana Lîsê ya pêşberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê  (DBB) ket roja xwe ya 11’emîn de.    KÛRSIYA SERBEST HAT AVAKIRIN    Polîsan rêyên dikevin kolana çalakiya rûniştinê bi bariyeran girtin, dem bi dem hatin û çûyîna welatiyan di GBT’ê re derbas kirin. Çalakgeran bi lêxistina çepik, pîpik û tilîliyan dest bi çalakiya xwe ya îro kirin. Xebatkarê Rêxistina HDP’ê yê Amedê Ferzende Maksût ê lal dest pê kê deng derxist û girseyê jî piştgirî da wî û bi vê yekê re dîmen û kîliyên rengîn derketin holê.    Di çalakiya 11 rojin dewam dike de, kûrsiyê serbest hat avakirin. Çalakgeran di kûrsiya serbest de bertekên xwe anîn ziman.    Piştî çalakiya rûniştinê ya îro, wê daxuyanî bê dayîn. Li bendê ye ku Meclîsa Ciwanên Kurdistana Navneteweyî, Odeya Şêwirmendên Malî û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî çalakiya îro bibin.