Li Ranyayê nûçegihanê NRT'ê hat binçavkirin 2019-08-29 10:12:15 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Ranyayê, Hêzên Ewlekariya Başûr Kurdistinê nûçegihanê Qenala NRT'ê Eyûb Elî binçav kirin.  Hêzên Ewlekariya Herêma Kurdistana Federe li Ranyayê nûçegihanê Qenala NRT'ê Eyûp Elî binçavkirin. Hêzên Ewlekariyê di dema binçavkirina Elî de dest danîn ser amûrên wî yên rojnamegertiyê. Kana    Qenala NRT'ê derbarê binçavkirina nûçegihanê xwe de, aşkere kir ku nûçegihanê wan di dema ku rê girtina li tîma endezyarî ya Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê) dişopand de hatiye binçavkirin.   Li aliyê din Hêzên Ewlekariya Herêma Federe, di 21'ê Tîrmehê de li Balekayetî nûçegihanê ajansa ROJnews Zûbêr Biradostî û di 21'ê Tebaxê de jî, hêzên asayîşa Hewlêrê nûçegihanê ajansa ROJnewsê yê Hewlêrê Biryar Mihemed binçav kirin û heya niha dibin çavan de tên girtin.