Xaziyê 10'ê Cotmehê: Divê Davûtoglû bi awayekî aşkere biaxive 2019-08-29 09:08:49 ÎZMÎR - Mûstafa Ozdag ku bi birîndarî ji Komkujiya Gara Enqereyê filitî, bertek nîşanî daxuyaniyên Davûtoglû dan û gotin: "Em berpirsiyarên komkujiyê nas dikin û divê Davûtoglû jî bi awayekî aşkere biaxive."  Ahmet Davûtoglû, bal kişandibû ser 7'ê Hezîran-1'ê Mijdara 2015'an û gotibû: "Eger defterên di warê têkoşîna li hemberî terorê de bên vekirin, wê gelek kes nikaribin derkevin nav mirovan." Mûstafa Ozdag ku bi birîndarî ji Komkjiya Gara Enqereyê ya 10'ê Cotmeha 2015'an filitî, bertek nîşanî Davûtoglû da û bang lê kir ku çi zanibe vebêje.    Ozdag, bilêv kir ku tiştên Davûtoglû dibêje gotinên wan ên heta niha piştrast dike û got: "Çeteyên DAIŞ'ê ku Davûtoglû ji bo wan gotibû 'ciwanên me yên bihêrs' li reyhanli, Amed, Pirsûs û Enqereyê komkujî pêk anîn û gelek êrîş pêk anîn. Bawer nakim DAIŞ, bêyî hêzekê van komkujiyan pêk bîne. Ne rêxistineke ku karibe van tiştan bi tena serê xwe bike."    ‘BI KIRYR HEMÛ BÊN DARIZANDIN'    Ozdag, bilêv kir ku hikûmeta AKP'ê detek daye DAIŞ'ê û ji bo komkujî zelal bibin li dadgehan çi zanibûne bilêv kirine. Ozdag ku got "Me xwest kesên rê li ber DAIŞ'ê vekirin bên aşkerekirin. Çimkî em dixwazin ku ne tenê çar pênc çete, divê kiryar hemû bên darizandin" diyar kir ku raporên ku Wezareta Karên Navxweyî der barê komkujiyan de amade kirine jî baş nehatine nirxandin û got, divê îhmalkariya peywirdarên cemaweriyê jî bên lêkolînkirin.    ‘EM DIZANIN EM JI BO ÇI HATIN KUŞTIN'    Ozdag, anî ziman ku ew dizanin ji bo çi hatine kuştin û got: "Wê demê digotin '400 parlementerî bidin me da ev kar bê helkirin.' Ev gotin nîşan dide ku em ji bo çi hatine kuştin. Eger bi Davûtoglû re çena mirovatiyê hebe divê aşkere bêje. Divê zû an dereng berpirsiyarên van komkujiyan bên darizandin."    Ozdag, bal kişand ser rewşa li Sûriyeyê jî û bilêv kir ku bi operasyona muhtemela a Tirkiyeyê re û ji ber tiştên li Îdlibê diqewimin dibe di nav kesên sînro derbas bikin DAIŞ'î jî hebin û got: "Ev rewşeke pir talûke ye. Berê çawa di çûn hatinê de kontrolkirin tune bû, wê vê carê jî tune be. Di dadgeheke me de bersûcekî gotibû bi saya Weqfa Alîkariyê ya Mirovî bêyî kontrol hebe mirov diçûn û dihatin. DAIŞ, ji bo şerê li Rojhilata Navîn taşeronek e û roja ji bo wan hewce be tê bikaranîn. Li ser hevdu teqîn pêk hatibûn. Lê belê çima niha tiştekî wisa tune ye. nexwe pêdiviya wan pê tune ye."    Ozdag, destnîşan kir ku divê aştîxwaz li dijî vê bitêkoşin û got: "Bawer dikim ku her ku daxwaza ji bo aştî û demokrasiyê bilind bibe wê ev pêvajo jî bê derbaskirin."    MA / Sevda Aydin