Guneş: Ji bo Idlibê wê li Astanayê revîzyonê bikin 2019-08-29 09:04:34   STENBOL – Doç.Dr. Hakan Guneş, diyar kir ku di hevdîtina Serokomar Tayyip Erdogan û Serokdewletê Rûsya Putin de mijara sereke Idlib bû û wiha got: "Wê Idlibê li Astanayê ji nûve rererast û revîze bikin. Êrîşên Sûriye yên li dijî nokteyên Çavdêriyê yên Tirkiye jî hişyarî ye."    Şerê li Idlibê yê di navbera Rejîma Sûriye û Heyet Tahrir El Şam(HTŞ/El Nusra) de her diçe geş dibe. Heta niha balafiran li nokteya 10'emîn û li 8'emîn Nokteya Çavdêriyê ya Tirk xistibûn. 9'emîn Nokteya Çavdêriyê ya Tirk a li Morekê ji 20'ê Tebaxê de di dorpêça eskerên Rûs û Sûriye de ne. Di vê pêvajoya ku şer geş dibe de, Serokomarê Tirkiye û Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan çû Moskova û bi Serokdewletê Rûsya Vîladîmîr Pûtîn re di 27'ê Tebaxê de li Moskova ya Rûsya hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê Erdogan û Pûtîn daxuyanî dan. Erdogan diyar kir ku wan geşedanên Rojhilatên Firanê girtine dest û di yekîtiya axa Sûriye de bi Rûsya re yek fikirin. Putin jî got "Ji bo 'Herêma Ewle' gavên erênî hatin avêtin. Em ji ber geşedanên Idlibê jî bi fikar in. Piştî hevdîtinê roja din Rejîma Suriye di çarçoveya Astana de li 10’emîn Nokteya Çavdêriyê ya Tirkiye xist.    Hîndekarê Beşa Têkiliyên Navneteweyi û Zanistiya Siyasetê ya Zanîngeha Stenbolê Doç. Dr. Hakan Guneş, geşedanên li Idlibê û ziyareta Erdogan a Li Moskovayê nirxand. Guneş, anî ziman ku Tirkiye li gorî peymana Astana û Soçî gav neavêt û wiha got: "Rûsya û Îran li ser Idlibê bi Tirkiye re li hev kirin. Tirkiye di peymanên Soçî û Astana re erka xwe pêk neanî. Rûsya û Îranê xwest Tirkiye komên li Idlibê belav bike û ji Idlibê derxe. Rolek mezin dan Tirkiye. Lê Tirkiye ev rola xwe nelîst. Ji ber vê yekê dem bi dem Rûsya li dijî HTŞ’ê êrîşên hewayî kirin. Di heman demê de artêşa Sûriye li Başûrê Idlibê pêşve çû. Li vir li dijî karwana Tirkiye êrîş kirin."    ‘WÊ DI PEYMANA ASTANA DE REVÎZYON-SERERASTKIRINEKÊ ÇÊKIN   Guneş, destnîşan kir ku di peymana Astana de êdî ji bo Idlibê zor û zahmet gav bên avêtin û wiha lê zêde kir: "Serokkomarê Tirkiye Recep Tayip Erdogan ji bo vê pirsirêka Idlibê çareser bike bi Serokdewletê Rûsya Vilademir Putin re hevdîtin kir. Ev ne hevdîtinek nû ye. Berê jî hevdîtinên bi vî rengî pêk hatin. Em dibînin ku bi van hevdîtinan û peymana Astana  êrîşên li Idlibê bi dawî nabin. Lê hin mijarên berî di hevdîtina Astana de li hev kiribûn wê wan nû bikin. Wê revizyon û nû bikin. Heta dîsa vegerin hevditinên Çenevre yên Neteweyên Yekbuyî wê ev pêvajo bidome."    Guneş, da zanîn ku Rûsya ji herêma bi ewle razî ye û wiha bi dawî kir: "Di civina hevpar a Erdogan û Pûtîn de,  Xuya bû ku Pûtîn ji "Herêma ewle" razî ye. Rûsya mecbûr e ji herêma ewle razî be. Ji ber ku ketina Rûsya ya Îlona 2015’an girêdayî mutabakata Rus-Amerika ye. Bi vê mutabakatê Amarîka û Rûsya li ser beşên axa Sûriye li hev kirin. Wê li hin herêma axa Suriye Rûsya û li hin herêmê Sûriye DYA û hêzên koalisyonê cih bigirin. Pêvajo li gorî vê mutabakatê pêş ket. Di rewşa heyî de ev pêvajoy wisa dimeşe û tê koordînekirin. Der barê geşedanên li Rojhilatê Firatê girêdayî peymana navbera Rus û DYA wê DYA biryarê bide. Ev herêma Rojhilatê Firatê di înîsiyatifa DYA de ye. Êrîşa Reşîma Sûriye ya li diji nokteyên Tirkiye jî hişyarî ye. Rejîmê bi van êrîşan Tirkiye hişyar kir."