‘Cizîrê li dijî êrîşan dîrok nivîsand' 2017-11-26 13:34:32     ŞIRNEX - Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Berdan Ozturk, di kongreya DBP'ê ya Cizîrê de diyar kir ku Cizîrê di êrîşan de dîrok nivîsandiye. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan jî diyar kir ku bi tecrîda li ser Ocalan têkiliya nava gelan tê qutkirin."    Rêxistina DBP'ê ya Cizîrê, 4'emîn kongreya xwe bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan û Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk li avahiya DBP'ê ya Cizîrê pêk anî. Di kongreyê de Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik, endam û rêveberên DBP û HDP'ê yên bajar û navçeyên Şirnexê jî amade bûn. Bi dehan malbat û xizmên ku di şerê li Cizîrê jiyana xwe ji dest dan jî amade bûn.   Li salona kongreyê wêneyê Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç ê di dorpêç û qedexeya derketina kolanan de jiyana xwe ji dest da hat vekirin. Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di kongreyê de peyama Wekilê HDP'ê Faysal Sariyildiz û wekilê HDP'ê Ferhat Encu yê li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê gritî ye hat xwendin.    Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk di kongrdeyê de bal kişand ser 25'ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li  ser jinan a Navneteweyî û wiha got: "Têkoşîna jina kurd 40 salin berdewam dike. Têkoşîna jina kurd îro ji cîhanê re dibe mînak. Herî dawî di Şoreşa Rojava de encama têkoşîna 40 salan bi dest xist. Jin êdî di refê pêş yên têkoşîna civakî de cih digirin. Têkoşîna jinê li Botanê bi Asya Yuksel, Sêvê Demîr û hevalên wê tê nasîn. Jina kurd tevî hemû êrîşên dijwar li dijî zilmê serî netewandiye.    ‘CIZÎRÊ TÊKOŞÎNEK DÎROKÎ NÎŞAN DA'   Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî de, diyar kir ku Cizîrê berxwedanek dirokî nîşan da û wiha got: "Daxwazên gelê Cizîrê daxwazên herî mafdar bûn. Yên li vir jiyana xwe ji dest dan ji bo daxwazênk mafdar yên gelê Cizîr, Sîlopî, Nisêbîn û Sûrê nemir bûn. Dewlet ji bo rê li pêş siyaseta kurd bigire wekilên HDP'ê û hevşaredarên DBP'ê jî di navde bi hezaran siyasetmedarên kurd girtin. Îro bi sedan Cizîrî tev li vê kongreyê bûne. Ev bersîvdayîna herî mezin a dewletê ye. Botan di têkoşîna gelê kurd de her dem rola pêşengiyê lîstiye. Cizîrê her dem di qada siyasî de gavekê di pêş de ye."    Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan jî anî ziman ku Cizîrê di hemû serdeman de pêşengî kiriye û wiha got: "Di têkoşîna azadiya kurd de gelê Botanê her dem pêşengî kiriye. Ji ber vê yekê dewlet dixwaze têkoşîna gelê Botanê bifetisîne. Lê gelê Botanê bi têkoşînek berxwedêr li dijî vê yekê derketiye. Di pêşengiya Mehmet Tunç de teslîm nebûye. Wekî Mehmet Tunç ji gotiye 'Dibe ku tang û top hebin. Lê Faşîzma AKP'ê dê nikaribe bi ser bikeve. Em dê di ber xwe bidin. Bila gelê me bi me serbilind be. Îro hevalên Mehmet Tunç ala wî dewir digirin. Ev bersîvdayîna herî mezin a kesên komkujî pêk anîne. Di têkoşîna azadiya kurd de afirînerê herî mezin gelê Botanê ye. Ji ber vê yekê dewlet hemû rêbazên qirêj li dijî gelê Botanê dixe meriyetê."   TECRÎD YEKÎTIYA GELAN PERÇE DIKE   Arslan, bal kişand ser polîtîkaya AKP'ê û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dimeşîne û wiha got: "Ji ber tecrîd li ser Birêz Ocalan tê meşandin îro mirov jiyana xwe ji dest didin. Bi fikra 'ez dê zerarê bidim gelê kurd' vê yekê pêk tînin. Bi tecrîdê têkilî û tora navbera gelan qut dikin. Ji ber vê yekê em dibêjin bila demek berî demekê muzakere ji nûve dest pê bikin. Tu carî zext nikarin li pêş me bibin asteng. Ocalan  rêberê gelê Kurd e. Divê her kes vê rastiyê qekûl bike. Heta gelê Kurd li ser vê axê azad nebe, gelên din jî azad nabe. Divê AKP demek berî demekê dest ji van polîtîkayên xwe berde."     Piştî axaftinan kongre pêk hat. Ji bo hevserokên DBP'ê yên Cizîrê Selahattin Kolanç yê li Kobanê kureki wî jiyana xwe ji dest da û Hezni Arslan ya di dorpêça Cizîrê de 2 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan hatin hilbijartin.