Dayikên laçik spî: Li şûna şer guh bidin banga Ocalan 2019-08-29 09:02:42 STENBOL – Dayikên Aştiyê diyar kirin ku tayînkirina qeyûman û operasyonên eskerî israrkirina şer e û xwestin îktîdar guh bide banga çareseriyê ya Ocalan.  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi rêya parêzerên xwe di 7’ê tebaxê de peyamek şand û bang li “aqilê dewletê” kiribû û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd banga “ez ê di hefteyekê de çareser bikim” kiribû. Piştî vê daxuyaniya Ocalan, Wezareta Karê Hundir demildest qeyûm tayînî şûna şaredariyên bajarê mezin a Amed, Mêrdîn û Wanê yên HDP’yî kir. Her wiha Hêzên Çekdar ên Tirk ji 27’ê Gulanê ve li qadên Herêma Federe ya Kurdistanê operasyona eskerî da destpêkirin û ev operasyon didome. Li gelek çolterên bajar û navçeyên herêmê jî operasyonên eskerî didomin.    Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê li Stenbolê ku xebatên aştiyê birêve dibin û bi laçikên xwe yên spî tên nasîn geşedanên dawî nirxandin û banga pêkanîna aştiyê dubare kirin.    'HEKE AŞTÎ MIMKIN BE TU WATEYA ŞER NÎNE’    Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Emîne Erbey diyar kir ku tayînkirina qeyûman û operasyonên eskerî yên li Herêma Federe ya Kurdistanê û li bajarên herêmê didomin israrkirina şer a dewletê ye û got: “Tu zarok û xizmek Erdogan li eskeriyê tune ye. Sedemek israrkirina şer yek jê ev e. Ji ber ku ev dewlet kîndar û înkarkar e aştiyê naxwaze. Em wek gelê kurd aştiyê dixwazin. Heke aştî mimkin be tu wateyek şer nîne. Dema dayikên esker û polîsan jiyana xwe ji dest didin, biçin ji wan bipirsin ‘li welatek ku zarokên wan tune bin dê çi bikin ji welat.’ Ji bo vê yekê divê guh bidin bangên aştî û çareseriyê yên Ocalan.”    ‘DEST JI DIJMINAHIYÊ BERDIN’    Dayika Aştiyê Bedîa Gokkuz jî da zanîn ku israrkirina şer sûdê li kesî nake û wiha got: “Em di nava polîtîkayên şerê qirêj de digevizin. Birêz Abdullah Ocalan her tim bangên aştî û muzakereyan dike. Ez bang li dayikên tirk dikim. Zarokên we ji bo ji bo kê li wan çiyayan dimirin? Bikevin pêşiya van mirinan û vî şerî. Heke zarokên me dimirin em çi bikin ji welat? Dest ji van polîtîkayên dijminatiyê berdin.”    ‘ÇIMA HÛN JI XWÎNÊ TÊR NABIN?’   Dayika Aştiyê Guler Bugday jî destnîşan kir ku derdê şer feqîr dikişînin û got: “Ma têr nekir? Ne bes e vê xwîna ewqas hat rijandin? Çima hûn ji xwînê têr nabin? Divê girîngiyê bide aştiyê. Bi salane em dibêjin aştî. Em ê ji niha şûn ve jî bêjin aştî.”    'HEVSEROKATÎ DENGÊ JINAN E’   Dayika Aştiyê Perîhan Bulut jî da zanîn ku pêwîste hemû aliyên civakê xwedî li bangên Ocalan derkeve û wiha got: “Di serdemek ku peyamên Ocalan di rojevê de ye, qeyûman tayînî ser vîna kurdan dikin. Pergala hevserokatiyê hêncet didin nîşandan û qeyûman tayîn dikin. Hevserokatî deng û rengê jinan e. Ji bo vê yekê bila ji jinan netirsin. DAIŞ ji jinan ditirsiya. Qey dewlet DAIŞ e ji jinan ditirse?”    ‘WÊ EV ŞER HETA KENGÊ DEWAM BIKE?’   Dayika Aştiyê Sultan Bozkurt jî anî ziman ku ji bo Tirkiye bigîhîje ronahiyê bi aştiya kurdan re mimkin e û got: “Wê ev polîtîkayên şer heta kengê dewam bikin? Em wek dayikan dibêjin beriya her tiştî çareserî ji her tiştî baştir e. Mirin û kuştin ne çareseriye. Şaredariyên qeyûm tayîn kirine bi bedelên mezin hatin bidestxistin. Qeyûm ne çareseriye. Divê gelê kurd û tirk li dijî vê zilma tê kirin raweste. Çawa ku kurdan li Stenbolê da qezenckirinê divê ew jî heman piştevaniyê nîşanî kurdan bidin.”    MA / Bariş Ceyhan