Başkaya: Divê ku mûxalîf li dijî qeyûman radîkaltir be 2019-08-29 09:01:08 STENBOL - Doç. Dr. Fîkret Başkaya, diyar kir ku divê mûxalîf li dijî qeyûman hîn zêdetir bi radîkal bin û got: “Li Tirkiyeyê, ji bo aştî û demokrasiyê divê rejîm bê guhertin û bangên Ocalan bên esas girtin.”    Doç. Dr. Fikret Başkaya, tayînkirina  qeyûman a ji bo 3 Şaredariyên Bajarên Mezin ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) weke operasyona li dijî Kurdan nirxand û got: “Ger dewlet bangên aştiyê yên Ocalan esas negire, wê dagirkeriye tewş çêbe.”     ‘OPERASYONEK LI DIJÎ KURDANE’   Başkaya, da zanîn ku bi tayînkirina qeyûman gefê li Kurdan dixwin û wiha axivî: “Nîqaşên tayînkirina qeyûm li gorî hiqûqiye ne rastin. Bi vê operasyonê dixwazin tevgera Kurd tune bikin. Lazime ku ev bê zanîn. Bi tayînkirina qeyûman, carek din derket holê ku dewlet naxwaze pirsgirêka Kurd çareser bike. Ev rejîm li ser dijminantiya Kurd hebûna xwe ava dike. Bi sedsalane vê yekê dike. Bi sedsalane ji bo pirsgirêka Kurd çareser neke, hemû fersenda dinirxîne. Ev rejîm tu daxwazên gel qebûl nake. Gelo çima vê nake? Ji ber ku difikire ku wê sêhra dewleta pîroz  têk biçe. Ji ber vê heya niha tu bersiv nedaye yek daxwaza gel.”    ‘TIRKIYEYA KU DI HUNDIR Û DERVE DE TENGAV BÛYE’   Başkaya, dest nîşan kir ku sedemeke din a tayînkirina qeyûman, nîşaneya siyaseta AKP’ê ya li derve de tengav bûye û wiha bilêv kir. Di mutabakata 3 madeyên bi DYA’yê re lihev kirin de jî, tu qezenc tuneye. Bi taybetî di rojeke wiha tê nîqaşkirin de, tayînkirina qeyûman ne rewşek asayî ye. Dixwazin vê tengavbûna xwe ya di hûndir û derve de, bi dijminantiya Kurdan derbas bikin. Îro li dû vê yekê ne. Li rojhilatê Deryaya Sipî jî heman tengaviyê dijîn. Ji bo ku ser binkeftina xwe ya li van deran bigire, qeyûm kirin rojevê. Lê ji xwe Serokkomar berî qeyûman jî, ev mebesta xwe diyar kiribû. Ji xwe berî hilbijartinê, behsa tayînkirina qeyûm dikir.”    ‘PÊDIVÎ BI MÛXALEFETA RADÎKAL HEYE’   Başkaka, bal kişand ser girîngiya daxwaza aştiyê ya Ocalan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê daxwaza Ocalan a aştiyê bê esas girtin. Ger daxwaza aştiyê ya Ocalan neyê esas girtin, wê dagirkeriyek tewş pêk were. Li Tirkiyeyê, divê ji bo aştî û demokrasiyê rejîm bê guhertin. Ji ber vê pêdivê bi muxaletek radîkal a li dijî qeyûman heye. Pêdivî bi muxalefetek yek dilî heye. Pêwîstî bi muxalefetek layîk heye. Ez wisan dihizirim ku şert û mercên vê hêdî hêdî ava dibin.”   MA / Nacî Kaya