ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2019'AN 2019-08-29 09:00:40   * Doç. Dr. Fîkret Başkaya, diyar kir ku divê mûxalîf li dijî qeyûman hîn zêdetir bi radîkal bin û got: “Li Tirkiyeyê, ji bo aştî û demokrasiyê divê rejîm bê guhertin û bangên Ocalan bên esas girtin.”    * Dayikên Aştiyê diyar kirin ku tayînkirina qeyûman û operasyonên eskerî israrkirina şer e û xwestin îktîdar guh bide banga çareseriyê ya Ocalan.    * Doç.Dr. Hakan Guneş, diyar kir ku di hevdîtina Serokomar Tayyip Erdogan û Serokdewletê Rûsya Putin de mijara sereke Idlib bû û wiha got: "Wê Idlibê li Astanayê ji nûve rererast û revîze bikin. Êrîşên Sûriye yên li dijî nokteyên Çavdêriyê yên Tirkiye jî hişyarî ye."    * Endama Meclîsa Partiyê ya ESP'ê Gulcan Taşkiran, destnîşan kir ku divê Ahmet Davûtoglû, komkujiyên di navbera 2014-2016'an de pêk hatin û pvajoya ku pêvajoya çareseriyê bi dawî kir vebêje.    * Mûstafa Ozdag ku bi birîndarî ji Komkujiya Gara Enqereyê filitî, bertek nîşanî daxuyaniyên Davûtoglû dan û gotin: "Em berpirsiyarên komkujiyê nas dikin û divê Davûtoglû jî bi awayekî aşkere biaxive."    * Dayikên laçikspî, diyar kirin ku divê têkoşîna li hemberî qeyûman bê xurtkirin û got: "Duh çawa me bi têkoşînê tecrîd şikandibe, îro jî em dikarin bi heman têkoşînê qeyûman bişînin."   * Çalakiyên HDP'ê yên li dijî tayînkirina qeyûm wê li Amed, Wan û Mêrdînê berdewam bikin.    * Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, bal kişand ser komkujiyên li Amed, Pirsûs, Enqere û kuştina 2 polîsên li Serêkaniyê û bidawîkirina “Pêvajoya Çareseriya Demokratîk" û got: "Daraz bi destê vîna siyasî tev digere û serbixwe tev nagere. Bûyerên heyî ronî nake. Ji ber vê yekê odeyên tarî bi operasyonên qeyûm dîsa ketine nava tevgerê."      * Şandeya di bin serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî de, di çarçoveya "Destûra Bingehîn a Demokratîk", "Qeyûm" û "Paketa Darazê" de, wê Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) ziyaret bikin. (10.00)   * Bernameya mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê, wê li Îzmîrê bê aşkere kirin. (11.00)    * Hevşaredar Ahmet Turk, Adnan Selçûk Mizrakli û Bedîa Ozgokçe Ertan ên qeyûm tayînê cihê wan hatin kirin û ji wezîfeyê hatin girtin, wê li Otela Elît  World a Taksîmê civîna çapemeniyê li dar bixin. (13.30)    * Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê, wê derbarê pêdiviyên destûra bingehîn a nû de, partiyên siyasî û STK'an ziyaret bike. (14.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Rêya Armûşê ji bo şermezarakirina tayînkirina qeyûman, wê li ber avahiya navçeyê daxuyanî bide çapemeniyê û çalakiya rûniştinê li dar bixe. (15.30)   *Konseya Nûnerên Karkeran, li dijî êrîşên li ser gelê Kurd, wê li ber Navenda Çanda Turkan Saylan a Îzmîrê daxuyanî bide çapemeniyê. (19.30)