Endamê SGDF'ê hat binçavkirin 2019-08-28 17:04:28   AMED - Endamê SGDF'ê Sedat Turlu piştî çalakiya rûniştinê ya li dijî tayînkirina qeyûman berdewam dike, hat binçavkirin.    Endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Sedat Turlu, piştî çalakiya rûniştinê ya li dijî tayînkirina qeyûman a li Kolana Lîsê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê berdewam dike, hat binçavkirin. Turlu yê hinceta binçavkirina wî nehat zanîn, birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.