Çalakiya rûniştinê di roja 10’emîn de dewam kir 2019-08-28 11:54:40 AMED - Çalakiya rûniştinê ya li Amedê di roja 10’emîn de di dome. Parlementerên HDP’ê, hevşaredar û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn. Çalakî, bi berzkirina dirûşmeya “Amed ya me ye, rûmeta me ye” dest pê kir.    Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman ên Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê berdewam dikin. Çalakiya rûniştinê ya li Amedê ya li Kolana Lîseyê di roja 10'emîn jî berdewam kir. HDP’î û gelê Amedê, di saetên serê sibê de hatin Kolana Lîsê bi berzkirina dirûşmeya “Amed ya me ye, rûmeta me ye” dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Di heman demê de Parlementerên HDP’ê Ahmet Şik, Remziye Tosûn, Hasan Ozguneş, Tayîp Temel, Salîha Aydenîz, Feleknas Ûca û Mûsa Farisoglûllarî beşdarî çalakiyê bûn.    Li bendêye ku Serokên Giştî yên Partiya Pêşeroja Çep, Partiya Keskan û Partiya Şoreşger, beşdarî çalakiya rûniştinê ya îro bibin.