AKP'ê bi 60 milyar dolar malê cemaweriye firot 2017-11-26 13:50:12 NAVENDA NÛÇEYAN - Hikûmeta AKP'ê di nava 15 salan de bi 60.8 milyar dolaran malê cemaweriyê firot.  Butçeya 2018'an a Navendî du roj berê li Komîsyona Butçe û PalNê ya Meclîsa Tirkiye hat qebûlkirin. Li gorî nuçeya Cumhuriyetê hat diyar kirin ku AKP'ê di 15 salan de bi 60.8 milyor dolaran malê cemaweriyê firotiye. Di pirtûka pêşkêşkirina butçeya Wezaretê de hat diyar kirin ku beriya hikûmeta AKP'ê di navbera salên 1986 û 2002'an de bi 8 milyar dolaran malê cemaweriyê hatibû firotin û ji sala 2002'an heta niha di serdema îktîdara AKP'ê de malê cemawriyê bi lez hatiye arizîkirin. Di pirtûka maliyê de hat destnîşan kirin ku di serdema AKP’ê ya salên 2002 û 2017'an de bi 60.8 milyar dolar malê cemaweriyê hatiye arizîkirin û firotin.