Dîmenên îşkenceya polîsan derketin holê 2019-08-28 11:08:55 MÊRDÎN - Di dîmenên ku rojnamegerên beriya bên binçavkirin kişandin de derket holê ku welatiyê hat binçavkirin rastî îşkenceyek giran tê. Di dîmen de tê dîtin ku polîs destê welatî li pişt wî kelepçe dike û hildikişe ser pişta wî û bi pêhnan li wî dixe.  Di 20'ê Tebaxê de girseya ku parlamenterên HDP'ê jî di navde bi armanca tayînkirina qeyûm şermezar bikin, xwestin bimeşin avahiya Şaredariyê ya Mêrdînê. Lê polîsan bi ava şit û gaza îsotê mudaxaleyek hişk kir. Li ser mudaxaleya polisan koma HDP'ê rêya navbera Qoser û Mêrdînê li trafîkê girt. Dema polîsan mudaxale kir û îşkence li welatiyan kir, mudaxaleyî rojnamegeran jî kir. Di bûyerê de polîsan Nûçegîhanê Ajansa me Mezopotamya Ahmet Kanbal û Mehmet Şah Oruç, Nûçegîhana Jinnews Rojda Aydın û rojnameger Nurcan Yalçin û Halime Parlak binçav kirin. Dema polîsan rojnameger binçavkirin, dîmenê rojnaemgeran ên ku dema polisan îşkence li welatî kiribûn jî binçavkirin. Hefteyek şûnde, piştî rojnameger hatin berdan, dîmenên ku dema polîsan îşkence li welatî kiribûn parve kirin. Dîmene ku Rojnameger M. Şah Oruç dema polîsan mudaxale kir kişand de tê dîtin ku hin welatî ji ber mudaxaleyê ji ser hişê xwe diçin û hin welatî rastî îşkenceya dijwar tên. Polîs bi TOMA û gaza îsotê mudaxaleyî girseya li pêş avahiya şaredariyê kom bûye dike. Di dîmenan de 7 polîs li li vir îşkence li welatiyekî dikin, destê wî li pişt wî kelepçe kirine û polîsek hilkişiyaye ser pişta wî û bi pêhnan li wî dixe. 5 rojnaemgerên ku dema dîmen dikişandin hatin binçavkirin di dîmenên din de welatiyekî ku bi lêdana polîsan ket xwar û welatiyên bi hawara wî diçin û rastî êrîşa gazê ya polîsan tên jî xuya dibe.