‘Mitînga 1'ê Îlonê dê ji hişmendiya qeyûman re bibe bersiv' 2019-08-28 09:59:56 AMED -  Parlementera HDP’ê Semra Guzel têkildarî mîtînga 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ya dê li Amedê bê lidarxistin diyar kir ku gelê Amedê bi tijekirina Qada Îstasyonê wê bibe bersiva hişmendiya qeyûm.  Amadekariyên mîtînga bi dirûşma “Ji bo aşitiyeke bi rûmet çareseriya demokratik” a 1’ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanê ku Partiya Demokratîk a Gelan û rêxistinên sivîl ên civakî li Amedê li dar dixin berdewam dike. Berdevkê Komîteya Amadekar a mîtînga 1’ê Îlonê Ramazan Karakaya û Parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel bal kişandin ser girîngiya mîtînga ku 1’ê Îlonê ya li Qada Îstasyonê saet di 15.00 û 19.00’an de bê lidarxistin.    AMADEKARIYÊN WAN DIDOMIN    Karakaya destnîşan kir ku xebatên amadekariya mitînga aştiyê berdewam dikin û wiha got: “Wate û giringiya 1’ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanê ji ber ku geşedanên niha girîng e. Em li ser ruhê pêvajoyê xebatê didomînin. Me serlêdanên xwe ên fermî kirin. Karên teknîkî berdewam dikin. Gelek heval xebatên berfireh birêve dibin. Hem di asta sazîbûnê hem jî di asta gel de xebatan birêve dibin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Hevberdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Alîkara Hevserokatiya Giştî ya ESP’ê Behîce Taşkiran û Dayika Aştiyê Nafiye Yîgît tevlî mîtînga me bibin û biaxivin.”   ‘DIBE KU KILIÇDAROGLÛ Û ÎMAMOGLÛ BEŞDAR BIBIN’   Karakaya da zanîn ku beşdarvanên navnetewî jî dê di mîtîngê de cihê xwe bigrin û wiha berdewam kir: “Li gorî geşedanan di rojevê de em ê bang li gelê xwe û gelên Tirkiyeyê bikin. Li kîjan deverê mîtînga 1’ê Îlonê pêk were divê gelên me yên bindest beşdarî wan mitîngan bibin." Karakaya da xuyakirin ku Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû û Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ên ku dê 31’ê li Êlihê beşdarî dawetekê bibin dibe ku tev li mîtîngê bibin û got: "Em li bendê ne ku birêz Kiliçdaroglu û Îmamoglu jî werin mîtîngê û silavekê bidin gelê me yê Amedê.”   ‘GELÊ ME ŞER NAXWAZE’   Parlmentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel jî bal kişand ser pêvajoya tayînkirina qeyûman û di pêvajoyek wiha de girîngîya mîtîngeke wisa qat bi qat zêde ye. Guzel anî ziman ku tayînkirina qeyûman di esasê xwe de li dijî banga aştiyê ya Îmraliyê û partiya wan e û got: "Bi tayînkirina qeyûman bersivê didin pêkhatina aştiyê. Tayînkirina qeyûm biryara şer e. Em vê dibêjin. Gelê me şer naxwaze aşitiyê dixwaze. Ji ber vê yekê li dijî tayînkirina qeyûman, bersiva herî baş ew e em di 1’ê Îlonê de Qada Îstasyonê tije bikin û bi awayekî xurt dengê xwe bilind bikin. Heta ku pratika qeyûm neyê bi dawîkirin, aştî pêk neyê dê têkoşîna me dewam bike. Ji ber vê yekê em di 1’ê Îlonê de li Qada Îstasyonê li benda hemû gelê xwe bin.”   ‘MITÎNG WÊ BIBE BERSIVA HIŞMENDIYA QEYÛM'    Guzel diyar kir ku Gelê Amedê dengê xwe nedan qeyûm, dane namzetên HDP’ê Adnan Selçûk Mizrakli û Hulya Ûyanik Alokmen û li hember hêza gel tu hêz nikare bi sekine û girseya ku li qada mîtîngê kom bibe wê ji hişmendiya qeyûm re bibe bersiv.