YSK’ê mazbata muxtarekê li Erganî betal kir 2019-08-28 09:34:42 AMED - Mazbata Muxtarê Taxa Adnan Menderes a Erganiyê Hamît  Biçak, bi hinceta cezayê wî hatiye erêkirin hat betalkirin.  Desteya Hilbijartina Bilind (YSK) mazbata Muxtarê Taxa Adnan Menderes a navçeya Erganî ya Amedê Hamît Biçak, betal kir. YSK’ê salek û 6 meh cezayê girtîgehê yê li Biçak hat birîn weke hincet nîşan da.    Ji bo ji nû de hilbijartina muxtarê taxê, biryar hat dayîn ku di 7’ê Hezîrana 2020’an de hilbijartin bê kirin.