‘Êdî îşkence daketiye kolanan’ 2019-08-28 09:30:09 WAN - Wekîlê HDP’ê Mûrat Sarisaç bal kişand ser mudaxileyên şermezarkirina qeyûm a li Wanê û got: “Polîs li kolanan îşkencê bi mirovan dikin. Ev îşkence êdî ne di jêrzemînên ewlekariyê de, li kolanan li mirovan dikin.”  Gelê Wanê ev 10 rojin li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê çalakiyên şermezarkirinê li kolanan lidar dixin. Ji roja destpêkê ve polîs bi awayekê pir tund mudaxileyî çalakvanan dikin. Di çalakiyan de, Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî din av de gelek kes hatin derp kirin û gelek jê hatin binçavkirin.    Parlementerê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç ku dinava çalakiyan de cih digire, derbarê derp, îşkence û mudaxileya polîsan de axivî û bûyerên rû dan nirxandin.    Sarisaç, diyar kir ku rewşa heyî ya li Tirkiyeyê êdî ji rewabûnê derketiye û wiha axivî: “Sozên ku AKP’ê dabûn gel yek ji pêk ne anîn. Pêkanînên AKP’ê yên îro li ser gel dide meşandin, bûyerên di darbeya 12’ê Îloana 1980’an de hatin jiyîn, derbas kirine. Îro îşkence li hemû deverên welat belav bûye. Îşkeceyên salên 80’iyan derbas kirine, tên kirin. Bi hezaran mirov di girtîgehan de ne. Mirovên ku daxwazek biçûk jî dikin, tên binçavkirin. Mirov bi vî awayî tên girtin û rastî îşkencê tên. Mînaka berî 4-5 rojan li Wanê hat jiyîn li ber çavane. Dîmenên Firat Koç ê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman, li tevahiya welat nav û deng da. Derket holê ku Firat Koç nexweşê şîzofrenê ye û rapora wî heye. Lê polîs bi awayek hovane li wî xistin û mafê îşkence kirinê di xwe de diîtin. Bi îşkenceyê wî anîn ber mirinê. Êdî îşkence ne di jêrzemînên ewlekariyê de, li kolanan li mirovan dikin. Ew polîs baweriya xwe bi pergala ‘necezakirinê’ tînin. Ji xwe çawan be wê pêşberî wî Kurd, wê kes dengê xwe dernexwe. Bi vê rehetiye li Wanê îşkencê bi mirovan dikin.”    'LAÇIKA WÊ JI WERÊ WÊ KIRIN’   Sarisaç bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê yên tim laçikê dixe mijara siyasetê, bi kartine û wiha got: “A rastîn Misilmantî qet ne di xema van deye. Qet rêzê nadin bawerî, cil û bergên mirovan. Alîkara Serokê Giştî ya Partiya Mirov û Azadiyê Menîce Gulmez jî bi me re bertek nîşanî qeyûm da. Gulmez di çalakiyê de hat binçavkirin. Dema ku Gulmez dibin çavan de bû, bi zorê laçika wê ji serê wê kirine. Ev rastiya hişmendiya AKP-MHP a hêdî nayê veşartine.”    'MAFÊ BERXWEDANÊ MEŞRÛ YE’   Sarisaç, da zanîn ku mafê berxwedanê yê mirovan heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mirovên ku ji şermezarkirina qeyûman derketin kolanan, mafê xwe yê berxwedanê bi kar anîn û ev maf meşrû ye. Lê ev maf rastî îşkencê, lêdan, derp û mudaxileyê tê.”    MA / Cemîl Ugur