Midurê tecawizkar ê qeyûm teqawîd kirin 2019-08-28 09:25:08 MÊRDÎN – Qeyûmê Şaredariya Mêrdînê Walî Mustafa Yaman di serdema qeyûmtiya xwe ya din de polîs Ercan Uysaler kiribû midurê şirketa Kent a şaredariyê. Uysaler ê tecawizî jinek xebatkar kiribû ketibû ber lêpirsînê, lê li gel ku lêpirsîn didome jî Uysaler teqawîd kirin.    Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman ê navê wî bi rûşvet û nelirêtiyê derdikeve pêş carek din wek qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin. Qeyûm Yaman di mijdara 2016’an de jî wek qeyûm tayînî Şaredariya Mêrdînê hatibû kirin. Yaman di serdema xwe din de polîs Ercan Uysaler kiribû midurê şirketa şaredariyê ya bi navê Kent. Polîs Uysaler tecawizî jinek xebatkara şaredariyê kiribû, pişt re di raya giştî de deng vedabû. Uysaler xistin ber lêpirsînê û derbarê wî de hêj lêpirsîn didome. Hat zanîn ku Uysaler teqawîd kirine.    Polîsê tecawizkar ji Saziya Ewelehiya Civakî (SGK) teqawîdbûna xwe daxwaz kir û SGK’ê jî daxwaza wî erê kir.    NEHAT CEZAKIRIN    Serdozgeriya Mêrdînê ku derbarê polîs Uysaler de ji ber tecawizê îdianameya bi sûcdariya “Êrîşa zayendiya hêsan” amade kir. 1’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Mêrdînê îdianame qebûl kiribû. Tevî ku îdianame hat qebûlkirin jî ceza li polîs nehat birîn.   Uysaler hembajariyê qeyûm Mustafa Yaman e û li ser qeyda Omsancika Çorumê ye. Uysaler ê teqawîd bû dê yekem car di 3’yê cotmehê de derkeve pêşberî dadger.    MA / Ahmet Kanbal