Serokê PSK’ê Tek: Tayînkirina qeyûman înkarkirina gelê kurd e 2019-08-28 09:24:15 AMED – Serokê Giştî yê PSK’ê Mesûd Tek li dijî tayînkirina qeyûman da xuyakirin ku ew li cem HDP’ê cih digirin û dê di siberojê de li ser xalên hevbeş li hev bikin. Tek got tayînkirina qeyûman berdewama siyaseta înkarkirina vîn û hebûna gelê kurd e.  Li ser fermana Wezareta Karê Hundir, di 19’ê Tebaxê de qeyûm tayînî ser 3 şaredariyên bajarên mezin a Amed, Mêrdîn û Wanê yên di bin rêveberiya HDP’ê de hatin kirin. Li dijî tayînkirina qeyûman HDP’ê biryara çalakiyên bênavber da. Li Amed, Mêrdîn û Wanê çalakiyên li dijî desterkirina îradeyê di roja 10’emîn de didomin.    Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) Mesûd Tek û rêveberiya xwe jî beşdarî çalakiya HDP’ê ya li Kolana Lîse ya li ber Şaredariya Amedê ye bûn û piştevaniya xwe bi HDP’ê re dan nîşandan. Tek ji ajansa me re axivî û bal kişand ser tayînkirina qeyûman.    ‘DEWAMA SIYASETA ÎNKARKIRINA KURD E’    Tek diyar kir ku berî her tiştî ew dibêje ku vê biryara tayînkirina qeyûman ne biryarek hiqûqî û qanûnî ye û got: “Berî her tiştî ev biryarek siyasî ye. Tayînkirina qeyûman a li ser sê bajarên mezin berdewamiya zilm, tadeya li ser gelê kurd e. Berdewama siyaseta asîmilekirinê, înkarkirina gelê kurd e. Êrîşa li ser xebata legal û demokratîk e. Ji bo vê yekê jî pêwîste hemû kurd li dijî vê biryarê derkevin. Lazime xwedî li îradeya xwe derkevin. Ev biryar redkirina vîna gelê Amedê ye. Gelê Amed, Mêrdîn û Wanê bi dengên xwe îradeya xwe bijartin. Heke ku şaredar ji wezîfeyê werin girtin jî bi dengê gel dikarin werin girtin. Neheqiyek mezin e.”     ‘EM LI GEL HDP’Ê NE’    Tek da zanîn ku ew piştevaniya HDP’ê dikin û got: “Piştgiriya me tenê ne ji bo HDP’ê ye. Em piştgiriya îradeya gelê xwe dikin. Ji niha şûn ve em amade ne li gel hin xalên hevbeş li gel HDP’ê cih bigirin û bi hev re kar û xebatê bikin. Xalên me yên hevbeş ji xalên me yên nakokî zêdetir e. Em dikarin di siberojê de jî bi hev re kar û xebatê bikin. Ji bo nasandina nasnemeya kurd, ji bo amadekirina destûra bingehîn a nû, ji bo berfirehkirina demokrasiyê û berî her tiştî jî ji bo nasandina çand û nasnameya kurd li gel HDP’ê bi hev re xebatê bikin.”     ‘DÊ ÎRO JÎ EV SIYASET BI SER NEKEVE’    Tek destnîşan kir ku ji roja komara Tirkiyeyê hatiye damezrandin heta niha kurd tên înkarkirin û wiha domand: “Lê gelê kurd bi xebat, fedekariyên mezin xwe nasand û xwe îspat kir ku heye. Da nîşandan ku xwediyê îradeyek qewîn e û daxwaza mafên xwe dike. Vê carê jî bi tayînkirina qeyûman û bi berdewama siyaseta tundiyê dixwazin xebata azadiya gelê kurd pêşî lê bigirin ku nikaribin bi ser bikevin. Ev siyaset 95 sal e berdewam e. Heta niha bi ser neketiye îro şûn de jî wê bi ser nekeve.”     ‘ÎRADEYA GEL NEŞIKIYA’    Tek bal kişand ser daxuyaniyên Serokkomarê AKP’yî Recep Tayyîp Erdogan û got: “Beriya hilbijartina 31’ê Adarê bi gefxwarinê xwest îradeya gel bişkîne, lê gelê Amedê bi îradeya xwe namzetê HDP’ê anî ser kar.”     ‘BILA BIAXIVE KU BIHAYÊ WÎ DERKEVE’    Tek bi gotinek kurdan a ku dibêje “Îro biha ye, sibê erzan dibe” ji bo daxuyaniya Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu bibîr xist û got: “Divê ku Ahmet Davutoglu niha biaxive ku bihayê wî derkeve.”     MA / Bîlal Guldem - Adem Baran