ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2019'AN 2019-08-28 09:00:23 * Parêzvanên mafên jinan ku bal kişandin ser zdebûna cinayetên jinan, gotin ji dêvla îktîdar rê li ber evan tiştan bigire hewl dide Peymana Stenbolê fesix bike.  * Rojnamevan Seyît Evran, diyar kir ku TSK di “Tevgerên Pençe” yên ku ev du salin li ser Herêma Kurdistan a Federe dimeşîne de gavek jî pêş neketiye û got: “Hewaya wek e ku serkeftinê bidestxistine, jibilî armanca kirina amûrê polîtîkaya navxeyî û razandina civakê başqe tu tiştê îfade nake. Lewra li holê tu serkeftinek tune ye.”     * Parlamentera HDP'ê Stenbolê Dilşat Canbaz, diyar kir ku îktidara AKP'ê bi tayînkirina qeyûman dixwaze hemû civaka Tirkiye tecrid bike û wiha got: “Divê her kes ji bo Amed Mêrdîn û Wanê rabe ser piyan. Divê her her kes eniya Tirkiye li dijî qeyûm rake ser piyan.    * Serokê Giştî yê PSK’ê Mesûd Tek li dijî tayînkirina qeyûman da xuyakirin ku ew li cem HDP’ê cih digirin û dê di siberojê de li ser xalên hevbeş li hev bikin. Tek got tayînkirina qeyûman berdewama siyaseta înkarkirina vîn û hebûna gelê kurd e.    * Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di Serokatiya Hevserokê HDP'ê Sezai Temellî de li dijî polîtîkaya qeyûm "nexşerêya" ji 3 pêngavan pêk tê amadekir. Li gorî vê planê li dijî qeyûman li 3 bajaran dest bi çalakiyên rûniştinê kirin. Di mijara li Meclîsê bi "Rojeva Lezgîn" ji bo civînê wê bang bikin û dest bi ziyaretên diplomatîk bikin.   * Serok Şaredarê Dersimê Fatîh Mehmet Maçoglu diyar kir ku îradeya gelê Amedê hatiye xespkirin û heke li dijî tayînkirina qeyûman deng neyê derxistin dê qeyûm bibin pirsgirêka hemû partiyan.   * Wekîlê HDP’ê Mûrat Sarisaç bal kişand ser mudaxileyên şermezarkirina qeyûm a li Wanê û got: “Polîs li kolanan îşkencê bi mirovan dikin. Ev îşkence êdî ne di jêrzemînên ewlekariyê de, li kolanan li mirovan dikin.”     * Qeyûmê Şaredariya Mêrdînê Walî Mustafa Yaman di serdema qeyûmtiya xwe ya din de polîs Ercan Uysaler kiribû midurê şirketa Kent a şaredariyê. Uysaler ê tecawizî jinek xebatkar kiribû ketibû ber lêpirsînê, lê li gel ku lêpirsîn didome jî Uysaler teqawîd kirin.   * Li Çarşiya Sefaran ku dengê çakûçan tim li dihat, êdî ew deng pir nayê bihîstin. Yek ji hosteyên vê çarşiyê Halîl Çalişir, got: "Berê mirov ji deng nikaribû di vira re derbas bibe. Lê çend sal şûnde em ê vî dengî nebihîsin."    * Çalakiyên HDP'ê yên li dijî tayînkirina qeyûm wê li Amed Wan û Mêrdînê berdewam bike.    * Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Oluç, wê di çarçoveya xebatên "Pakêta Darazê", "Îtîfaqa Demokrasiyê" û "Makeqanûna Demokratik" wê Yekîtiya Taxan, TUSES'ê ziyaret bikin. (15.00-18.00)   * Meclisa Jinên Ciwan a HDP'ê wê têkildarî kuştina Emine Bulut li Îskeleya Beşiktaşê ya Kadikoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (18.00)