Selîm Sadak hat berdan 2019-08-27 20:41:46   AMED – Parlementerê DEP'ê yê berê Selîm Sadak ku duh li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan.    Parlemneterê DEP'ê yê berê û Endamê Desteya Dîwanê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Selîm Sadak ku li Amedê polîsan avêtibû ser mala wî û ew binçav kiribûn, piştî karên li emniyetê sewqî edliyeyê hat kirin. Hat hînbûn ku Sadak ji ber lêpirsîneke berê hatiye binçavkirin û Dadgeha Cezayê Sulhê bi biryara "qedexeya derketina derveyî welat" Sadak berda.