Li Wanê çalakiya rûniştinê: Wê qeyûm biçin emê bên 2019-08-27 18:05:31   WAN - Li Wanê çalakiya rûniştinê ya li dijî tayînkirina qeyûm di roja 9'an de berdewam kir. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku tayînkirina qeyûm êrîşa li dijî mafê jinan e û wiha got: "Em ê parastina pergala hevserokatiyê berdewam bikin. Emê dîsa bên û wê qeyûm biçin."    Li Wanê çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm di roja 9'an de berdewam kir. Girseya HDP'ê ku endam, rêveber û parlamenterên HDP'ê jî di navde li ber avahiya HDP'ê ya Rêya Armûşê kom bûn û çalakiya rûniştinê li dar xistin. Girseya piştî çalakiya rûniştinê daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê komê Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê û Parlamentera HDP'ê ya  Agiriyê Dilan Dirayet Taşdemîr daxuyanî da.    Taşdemîr, diyar kir ku tayînkirina qeyûm li dijî serkeftî û destkeftiyên jinan pêk hatiye û wha got: "Qeyûm êrîşa li dijî maf û vîna jinan pêk hatiye. Gelê Wan, Mêrdîn û Amedê li dijî tayînkirina qeyûm li ber xwe dide. Hezar sal derbas bibe jî emê li dijî hişmendiya qeyûm têbikoşin. Îktîdara ketiye nava krîzê dixwaze xwe bi tundiyê li ser piyan bihêle. Îktîdar bi êrîşa li dijî vîna gelê Kurd dixwaze faşizmê biparêze. Tu politîka û gavên li ser dijmimantiya Kurdan bi ser neketiye û bi ser nakeve. Darbeya siyasî ya li dijî vîna gelê Kurd, di heman demê de li dijî demokrasiya Tirkiyeyê ye. Darbeya li dijî vîna Tirkiye ye."    Girseya HDP’ê piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê li dar xist û bi dirûşmeya "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Gelê Wanê ranezê li vîna xwe xwedî derkevin" û "Qeyum wê biçe emê bên." berz kirin.