DÎSK, KESK, TTB û TMMOB derbasî Mêrdînê bûn: Têkoşîna piştevaniyê xurt bikin 2019-08-27 17:36:55   MÊRDÎN - Nûner û rêveberên DÎSK, KESK, TTB û TMMOB'ê li Mêrdînê li dijî tayînkirina qeyûmê rêveberên HDP'ê ziyaret kirin. Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, li vir axivî û got: “Divê em piştevanî û şêwirmendiya di 31'ê Adarê û 23'ê Hezîranê de li Stenbolê derket holê bêtir xurt bikin.    Serok û Hevserokên DÎSK, KESK, TTB û TMMOB'ê, li diji tayînkirina qeyûman Rêveberiya HDP'ê ya Mêrdînê ziyaret kir. Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyik, Serokê Konseya TTB'ê Raşit Tukel, Serokê TMMOB'ê Selçuk Uluata û nûnerên sendîkayan li Mêrdînê Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altundag û wekilên HDP'ê li avahiya HDP'ê ziyaret kir û piştgiriya xwe anîn ziman. Seroka Giştî ya DÎSK Arzu Çerkezoglu, tayinkirina qeyûm wekî “darbe” pênase kir û wiha got: "Ev darbeya li dijî demokrasî û edaletê ye. Di vê serdemê de divê em piştevanî û şêwirmendiyê bêtir xurt bikin. Divê em piştevanî û şêwirmendiya di 31'ê Adarê û 23'ê Hezîranê de li Stenbolê derket holê bêtir xurt bikin. Divê gelê Tirkiye li gelê Mêrdîn, Wan û Amedê xwedî derkevin. Em li cem gelê Wan, Mêrdîn û Amedê ne."