Xarpêtiyan tayînkirina qeyûman şermezar kir 2019-08-27 16:41:55   XARPÊT - Parlamenterê HDP'ê Mûsa Farisogûllari ku li Xarpêtê tevlî çalakiya şermezarkirina tayînkirina qeyûman bû, diyar kir ku êrîşên li dijî destkeftiyên gelê kurd dê bi gelên Tirkiyeyê nede qezenckirin.    Tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê, li Xarpêtê bi daxuyaniyeke çapameniyê hat şermezarkirin. Di daxuyaniya ku parlamenterê HDP'ê Mûsa Farisogûllari û rêveberên HDP'ê tevlî bûn de pankarta li serê nivîsa "Qeyûm; darbeya li vîna gel e, xesp e. Rojanekirina Plana Islahatê ya Şerqê ye. Xespkirina mafên jinan ên hatin bidesxistin e. Em qeyûman qebûl nakin." nivîsandîbû hat vekirin.    Parlamenter Farisogûllari diyar kir ku êrîşên li dijî destkeftiyên gelê kurd dê bi gelên Tirkiyeyê nede qezenckirin û wiha got: "Îro roja helwest nîşandinê ye. Divê li dijî polîtîkayên xespkirinê em bertekên xwe yên demokratîk bi pêş bixin. Feydeya qirkirina gelê kurd ji tu kesî re tuneye. Em ê li dijî vê yekê berxedana xwe ya demokratîk li her derê bidomînin."   Daxuyanî bi çalakiyê rûniştinê bi dawî bû.