Kesên li Rihayê hatibûn binçavkirin piştî 10 rojan hatin berdan 2019-08-27 16:02:14   RIHA - 7 Kesên ku di 17'ê Tebaxê de bi hinceta "propagandaya rêxistinê" kirine, li Rihayê hatibûn girtin, hatin berdan.   Mahmût Tûtal, Bîlal Çay, Mahmût Yaşar, Arîf Kaplan, Mahmût Polat, Îbrahîm Şîmşek û Huseyin Tangat ku di 17'ê Tebaxê de bi hinceta "propagandaya rêxistinê" kiribûn, li Rihayê hatibûn binçavkirin, piştî bidawîbûna karên wan ên li Miduriyeta Polisan a Rihayê, sewqê edliyeyê hatin kirin. Mahmût Tûtal, Bîlal Çay, Mahmût Yaşar û Arîf Kaplan piştî îfade dayîna dozgeriyê hatin berdan. Mahmût Polat, Îbrahîm Şîmşek û Huseyin Tangat jî piştî ku sewqî dadgehê hatin kirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.