Serokên DÎSK, KESK, TTB û TMMOB'ê hatin Amedê: Armanca darbeyê milyon in 2019-08-27 14:59:11   AMED - Çalakiya rûniştinê ya li dijî tayînkirina qeyûm a li Amedê di roja 9'an de berdewam kir. Îro Serok û Hevserokên DÎSK, KESK, TTB û TMMOB'ê tev li çalakiya li Amedê bûn. Seroka Giştî ya DÎSK Arzu Çerkezoglu, tayinkirina qeyûm wekî “darbe” pênase kir û wiha got: “Armanca darbeyê milyonan kes in."    Çalakî û nenarizûbên li dijî tayînkirina şaredariyên HDP'ê yên Amed, Mêrdîn û Wanê di roja 9'an de berdewam dikin. Li Amedê di roja 9’emîn de dîsa parlamenter, hevşaredar û rêveberên HDP'ê li Kolana Lîse kom bûn û çalakiya rûniştinê berdewam kirin. Dîsa polîsan girse dorpêç kir û destûr nedan ku bi girseyi daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Di çalakiyê de hevşaredar, parlamenter hevserokê PSK, Mesud Tek Şaredarê Dersimê Fatih Mehmet Maçoglu  Serok û Hevserokên DÎSK, KESK, TTB û TMMOB'ê jî tev li çalakiya li Amedê bûn.   Di çalakiyê de dowîzên “Ne qeyûm em bajarên dostên zarokan dixwazin", “Em çima hatin kuştin? li Pirsûs, Eneqe û Amedê" vekirin. Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Zeynel Ozen, li dijî bêbextiya Serokomar Tayyip Erdogan a “Pereyan dişîne çiyê" got: “Nelirêtî û diziya wan di çapemeniyê de belav bû. Nelirêtiyên qeyûm hemû dinya alemê dît. Bedela wê çi dibe bila bibe em serî natewînin û emê li ber xwe bidin."    Dema çalakiyê bi stranan dewam dikir, Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyik, Serokê Konseya TTB'ê Raşit Tukel, Serokê TMMOB'ê Selçuk Uluata û nûnerên sendîkayan hatin Kolana Lîse û çalakger ziyaret kirin. Hevserok û nunerên sendîka meşiyan qada ku pankarta “Dest nede vîna min" vekiribûn û li vir axivîn. Serok û nûnerên sendîkayan bi dirûşmeya “Qeyûm wê hesab bidin gel", “Li dijî Faşizmê mil bidin mil" û “Kurdistan wê ji faşizmê re bibe goristan" berz kirin.    PSK: EM LI CEM GELÊ XWE NE   Serokê Giştî yê PSK’ê Mesud Tek, diyar kir ku tayînkirina qeyûm êrîşa li dijî vîna gel e û wiha got: “Em vê polîtîka AKP’ê şermezar dikin. Em ê li cem gelê xwe cih bigirin. Qeyûm ne tenê li dijî gelê Amedê li dijî vîna hemû gelan e."    Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Dogan Hatun jî diyar kir ku bi tayînkirina qeyûm dixwazin Tirkiye têxin nava şer û wiha got: "Em bang li gelê Tirk dikin ku di nava piştevanî û şêwirmendiyê de bin."    ÇERKEZOGLU: EV XEZPA VÎNE Û DIZÎ YE   Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu jî anî ziman ku tayînkirina qeyûm a Şaredariyên HDP’ê darbeya li dijî vîna gel e û wiha got: "Darbeya li dijî demokrasiyê ye. Vîna gel aşkere xezp kirine. Hedef û armanca vê darbeyê vîna milyonan gel e. Dixwazin vîna milyonan a 4 aliyên Tirkiye ku li dijî faşizmê serî hildide tune bikin.    MAÇOGLU: WÎCDANÊ ME LI VIR E   Şaredarê Dersimê Fatih Mehmet Maçoglu jî xwest li dijî qeyûman gel bibin yek û bi hevre têbikoşin.     Girsê piştî daxuyaniyê bi dirûşmeyan dawî li çalakiyê anîn.