Pêvajoya yekemîn a lihevhatina sêalî ya ewlehiya sînor xistin meriyetê 2019-08-27 13:55:32 NAVENDA NUÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan pêvajoya yekemîn a lihevhatina sêalî ya der barê ewlehiya sînor de xistine meriyetê.    Hevserokê Buroya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan El-Asî der barê lihevkirina sêalî ya di navbera QSD, DYA û Tirkiyê de ya têkildarî mekanîzmaya ewlehiya "parastina sînor" ku di 7`ê Tebaxê de pêk hat, daxuyaniyek da. El-Asî, got: "Di çarçoveya lihevkirinên sêali yên têkildarî parastina sînor bi Tirkiyê re û di çaroçoveya pêvajoya destpêkê ya lihevkirinên hatine gotin de, me dest bi pêngavên pratîkî di 24`ê Tebaxê de kir. Destpêkê ji herêma Serêkaniyê bendên axê hatin rakirin û komek ji YPG`ê û çekên giran ber bi nuqteyên nû ve hatin kişandin û nuqteyên li ser sînor radestî hêzên herêmî hatin kirin." El-Asî di berdewama daxuyaniyê de diyar kir ku 26`ê Tebaxê (duh) heman pêvajo li herêma Girê Spî jî pêk hat. Al-Asî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wan bi van pêkanînan tekez kiriye ku ew bi baldarî lihevhatinan pêk tînin û ew dixwazin hemû pirsgirên bi dewletên cîran re bi diyaloga aştiyane çareser bikin.