Kardêr zextan li karkerên birêxistin kirî, dikin 2019-08-27 13:18:33   ÊLIH - Wekîl Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Tekstîlê Mehmet Alî Başak, diyar kir ku karkerên tekstîlê yên dixwazin bibin sendîkayî, rastî pêkanînên mobîng ên karderên tên û banga xwe birêxistinkirinê li hemû karkeran kir.    Nûnertiya Şaxa Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ya Êlihê, derbarê mobînga kardêran de, li avahiya nûnertiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Wekîl Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Tekstîlê DÎSK’ê Mehmet Alî Başak daxuyanî da û wiha got: “Daxwaza karkeran a bûyîna sendîkayi pir zêde bûye. Lê ji ber vê yekê kardêrên tekstîlê, bi awayekê pir zêde, zextê li karkeran dike, wan ditirsîne û pêkanîna mobîng bi awayekê pergalî li dijî wan bi rêve dibe. Ji ber vê yekê karker tên saziya me û dixwazin em xwedî wan derkevin. Çi dibe bila bibe, bi her awayî em ê xwedî karkerên tekstîlê derkevin û mafên wan biparêzin. Em bang li hemû karkeran dikin ku werin xwe di sendîkayan de bi rêxistin bikin.”