Li Dersimê zilamek ji ber êrîşa tecawîzê hat girtin 2019-08-27 13:04:14   DERSIM - Li Dersimê Ahmet Çelîk ê hewl da tecawîzê jinek ciwan bike, hat girtin.    Hat diyar kirin ku li navçeya Pêrtek a Dersimê zilamê 70 salî Ahmet Çelîk, hewl daye tecawîzê zaroka 17 salî ya cîranê xwe bike. Bûyer di 24’ê Tebaxê de li navenda Pêrtekê hat jiyîn. Hat îdîakirin ku Çelîk berê jî çand caran bi awayekê devkî tacîzê zaroka keç kiriye. Hat dest nîşan kirin ku Çelîk ketiye mala zarok keç a bi tenê ma ye û hewl daye tecawîzê wê bike.     Zaroka ku bertek nîşanî Çelîk da û ew ji mala xwe qewirand, bûyer ji malbat û hevalên xwe re got. Malbata zaroka biçûk li ser vê yekê serî li Miduriyeta Ewlekariya Navçeyê dan û Ahmet Çelik hat binçavkirin.    GUMANBAR HAT GIRTIN    Çelîk ê sewqî edliyê hat kirin, bi gumana “tacîza zayendî” hat girtin û şandin Girtîgehê Xerpetê.