Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdana dozgeriyê kirin 2019-08-27 12:49:28   STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo biçim Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din re hevditin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Newroz Uysal, Rêzan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez, ji bo li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal, piştî 8 salan di 2'ê Gulanê, 22'ê Gulanê, 12'ê Hezîranê, 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxê de çûbûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kiribûn.