Li Mêrdînê çalakiyên li dijî qeyûm bi rûniştinê didomin 2019-08-27 12:25:35 MÊRDÎN - Li Mêrdinê çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm di roja 9’an de bi rûniştinê didomin. Polisan wekîl dîsa dorpêç kirin û rojnameger ji qadê dûrxistin.  Li Mêrdinê çalakiya li dijî tayînkirina qeyûman di roja 9'an de berdewam dike. Koma ku parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de li Parka Karayollari kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Piştî parlamenter kom bûn, polîs hatin qadê û koma HDP'ê dorpêç kirin. Polisan koma HDP'ê li qadê dest bi dorpêç kirin.  Polîsan li aliyê din destûr neda ku rojnameger çalakiyê bişopînin û destûr nedan ku dîmen û wêneşan bikişînin. Polîsan dîsa rojnamger ji qadê dûr xistin û li pêş rojnamegeran bûn asteng. Koma HDP'ê piştî çalakiya rûniştinê wê bimeşin avahiya HDP'ê ya Mêrdînê.    Parlamenterên ku bertek nîşanî helwesta polîsan a ku destur nade rojnameger nûçe bişopînin wê bi xwe dîmen û wêneyê xwe bikişînin û parve bikin.