Rojnamevanên hatin berdan: Em bêdeng neman, em ê bêdeng nemînin 2019-08-26 21:06:49   MÊRDÎN – Ji 5 rojnamevanên dema li Mêrdînê çalakiyên ji bo şermezarkirina qeyûman dişopandin hatin binçavkirin û piştî 7 rojan hatin berdan Ahmet Kanbal, got: "Heta niha çawa em bêdeng nemane, ji niha û pê de jî em ê bêdeng nemînin. Em ê pêkanînên qeyûman yeko yeko teşhîr bikin."    Di 20'ê Tebaxê de dema nûçegihanên ajansa me Ahmet Kanbal û Mehmet Şah Orûç û nûçegihana Jinnewsê Rojda Aydin û rojnamevan Nûrcan Yalçin û Halîme Parlak li Mêrdînê çalakiyên ji bo şermezarkirina qeyûman dişopandin hatin binçavkirin, piştî 7 rojên di bin çavan de hatin berdan. Piştî hatin berdan daxuyanî dan. Li ser navê rojnamevanên hatin binçavkirin Ahmet Kanbal axivî.    Kanbal, bilêv kir ku dema wan çalakiyên ji bo şermezarkirina qeyûman dişopand hatine hatine binçavkirin û 7 rojan hatine mexdûrkirin.    Kanbal, got: "Ji bo em pêkanînên qeyûman deşîfre nekin, ji bo em çalakiyên şermezarkirinê ranegihînin em hatin binçavkirin. Em rojnamevan in. Em ê tim û tim rojnamevaniyê bikin. Heta niha çawa em bêdeng nemane, ji niha û pê de jî em ê bêdeng nemînin. Em ê pêkanînên qeyûman yeko yeko teşhîr bikin."