Bavê zîvkerê ku ji bo Erdogan û wezîran 'diyarî' jê hatin kirîn dîsa bû serokê daîreyekê! 2019-08-26 20:10:17   NAVENDA NÛÇEYAN – Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, ji bo diyariyên bi 600 milyon TL'yî yên ji siyasetmedaran re hatibûn kirîn gotibû: "Zîvkerê ku zîv jê hatibûn kirîn, kurê kesê ku di dema qeyûm de serokatiya daîreyekê dikir." Hat hînbûn ku ev kesê navbirî ku berê Serokê Daîreya Gihaniyê bû û niha jî qeyûm ew kiriye Serokê Daîreya Karên Keyatiyê Mehmet Ata Altûn e.    Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, ji bo diyariyên bi 600 milyon TL'yî yên ji siyasetmedaran re hatibûn kirîn gotibû: "Zîvkerê ku zîv jê hatibûn kirîn, kurê kesê ku di dema qeyûm de serokatiya daîreyekê dikir." Hat hînbûn ku v kesê navbirî ku berê Serokê Daîreya Gihaniyê bû û niha jî qeyûm ew kiriye Serokê Daîreya Karên Keyatiyê Mehmet Ata Altûn e. Ahmet Turk bilêv kiribû ku ji bo Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû bi 39 hezar TL, ji bo Mehmet Ozhasekî 16 hezar TL û ji bo Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî bi 136 hezar TL'yî diyarî hatine kirîn. Turk, ji bo kargeha ku ev diyarî jê hatine kirîn gotibû: "Dikana kurê serokê daîreyekê ye."    Turk, îşaret bi mexazeya bi navê "Firat Sîlver" kiribû ku xwediyê Eyyup Altûn e. Piştî vê hat fêmkirin ku ev kes kurê Mehmet Ata Altûn e û Mehmet Altûn jî ji aliyê qeyûm Mûstafa Yaman ve bûye Serokê Daîreya Karên Keyatiyê.    Her wiha qeyûm Mûstafa Yaman ku dema cara ewil di 16'ê Mijdara 2016'an de wekî qeyûm tayînî Şaredariay Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû kirin Mûstafa Ata Altûn kiribû Serokê Daîreya Gihaniyê. Lê piştî di hilbijartina 31'ê Adarê de HDP bi ser ket ev kesê navbirî ji peywirê hatibû dûrxistin.    Lê belê piştî nûçeyên der barê diyariyên hatin kirîn hatin bihîstin, Walî Mûstafa Yaman ku wekî qeyûm hat tayînkirin vê carê Mûstafa Ata Altûn kir Serokê Daîreya Karên Keyatiyê. Di malpera fermî ya şaredariyê de niha Mehmet Ata Altûn wekî Serokê Daîreya Karên keyatiyê tê xuyakirin.