5 rojnamevanên hatibûn binçavkirin hatin berdan 2019-08-26 19:31:18   MÊRDÎN – 5 rojnamevanên dema li Mêrdînê çalakiyên şermezarkirinê dişopandin hatin binçavkirin, piştî 7 rojan hatin berdan.    Nûçegihanê me Ahmet kanbal û Mehmet Şah Orûç û nûçegihana Jinnewsê Rojda Aydin û rojnamevan Nûrcan Yalçin û Halîme Parlak ku di 20'ê Tebaxê de dema li Mêrdînê çalakiyên şermezarkirina qeyûman dişopandin hatin binçavkirin, piştî îfadeya li Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê hatin berdan.    Hat hînbûn ku li emniyetê polîsan ji rojnamevanan re gotiye: "Roja çalakiyê çima hûn li wir bûn?"